Gundiyên sindoqên wan hatin veguhastin: Çi bivê em ê bikin 2018-06-20 08:55:00 COLEMÊRG – Li Colemêrgê bi hinceta "ewlehiyê" YSK'ê biryar dabû ku dê sindoqên gelek deveran bên veguhastin. Gundiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan, destnîşan kirin ku ew ê xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin.  Dê sindoqa gundê Minyanîş ê navçeya Çelê ya Colemêrgê li gundê Gêmanê bê bicihkirin. Şêniyên Minyanîşê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, sindoqan dibin kuderê bila bibin lê ew ê biçin û dengê xwe bi kar bînin. Her wiha gundiyan destnîşan kir ku heta ku sindoq biçin Desteya Hilbijartinê ya BIlind (YSK) ew ê li ser sindoqan bin.    ‘EM Ê JI VÊ ZILMÊ XELAS BIBIN'    Şêniyê gund Rahmî Olmez, bilêv kir ku li gund jin û mêr hemû kes ji bo ewlehiya sindoqan seferber bûne û got: "Serê sibehê zû piştî dengdayînê em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Heta êvarî mayîna li ber sindoqan ne bes e. Heta ku dengên sindoqê neyên hejmartin û ardestî desteya hilbijartinê ya navçeyê neyên kirin, em ê li ser sindoqan bin. Bi îzna Xwedê vê carê em ê ji sedî 15'an bigirin û em ê ji vê zilmê xelas bibin."    'EM Ê DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'    Suat Olmez jî, diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiya sindoqan tevdîrê bigirin û got: "Ji bo em xwedî li dengên xwe yên di sindoqan de derkevin em ê tevdîrê bigirin. Ji bo ewlehiya sindoqan çi hewce be em ê bikin."    Naciye Olmez jî, diyar kir ku li gund herkes destekê dide HDP'ê û got: "Bi îzna Xwedê dê dengên li gundên me neçin ji tu partiyeke din re. Veguhastina sindoqan ji bo me ne astengî ye. Ne heta Gêmanê heta Çelê û Colemêrgê jî bibin, em ê şeveqê zû rabin û bi hev re biçin dengê xwe bi kar bînin."    ‘EM YEKÎTIYA KURDAN DIXWAZIN'    Makbûle Olmez jî destnîşan kir ku tekane daxwaza wan ew e ku dawî li zilmê bê û aştî pêk bê. Olmez got. "Em dixwazin êdî dawî li vê zilmê bê. Xwedê alîkarê kurdan be. Tenê em aştî û yekîtiya kurdan dixwazin. Sindoqan bibin kuderê jî em ê biçin guh bidin wijdanê xwe. Deng namûs e, şeref e. Heta em sax bin em ê dengê xwe nedin tu partiyeke din."    Fatma Olmez, diyar kir ku divê tenê ne keseke herkes ji bo ewlehiya sindoqan tev bigere û wiha bang kir: "Ewlehiya sindoqan peywira me hemûyan e. Heta dengê dawî bê bikaranîn û deng bên hejmartin divê herkes li sindoqa xwe û dengê xwe xwedî derkeve."    ‘EM Ê SINDOQAN BIPARÊZIN'    Asmîn Olmez jî diyar kir ku ew ê dengekî bidin HDP û dengekî jî bidin Demîrtaş û got: "Em jinên gund em ê xwedî li sindoqan derkevin. Heta dengdayîn biqede em ê li ber sindoqan bin û ji bo dengên me neyên dizîn em ê sindoqan biparêzin. Heke bivê em ê ji bo dengê xwe mirinê jî bigirin ber çavan. Ji bo hemû girtî bên berdan û aştî pêk bê dengek ji bo HDP'ê û dengek ji bo Demîrtaş."    MA / Hamza Gunduz