Dersimî: Pêşî mîtîng paşê sindoq 2018-06-20 08:53:57 DERSIM - Dersimiyan diyar kirin ku ew ê tev li mîtînga HDP'ê ya 22'yê Hezîranê bibin û gotin: "Wê coş û heyecana me ya li qada mîtîngê di sindoqan de jî xwe bide der."  HDP dê di 22'yê Hezîranê de li Dersimê li Qada Seyît Riza saet di 15:00'an de mîtîngekê li dar bixe. Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî tev li mîtîngê bibe. Dersimiyan destnîşan kir ku ew ê bi coşeke mezin tev li mîtîngê bibin.    ‘JI BO SEKNA HDP'Ê YA HÊZDAR'    Şivan Cengîz Basrîon, diyar kir ku roja mîtîngê ew ê ji gund biçe qada mîtîngê û ji bo ligel hemû çewisandinan jî diyar bibe ka HDP çawa li qada ye ew ê tev li mîtîngê bibe. Basrîon, bang li gundiyan kir ku roja mîtîngê li qada Seyît Riza bin.    ‘BILA GUNDÎ BI RENGÊ XWE TEV LÊ BIBIN'    Beycan Saglam, xwest gundî bi reng û dengê xwe tev li mîtîngê bibin. Saglam diyar kir ku tekane partiya ku xwedî li gundiyan derdikeve HDP ye û got: "Ji bo pêşeroja civakê divê em xwedî li HDP'ê derkevin. Kesên doza aştî û yekîtiyê dikin divê hemû tev li vê mîtîngê bibin."    'EM XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVIN'    Riza Ekînciyê 90 salî jî diyar kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de deng bide HDP'ê. Ekîncî bi lêv kir ku divê herkes dengê xwe bide HDP'ê û roja înê tev li mîtîngê bibe. Ekîncî, anî ziman ku ger HDP di bin bendê de bimîne, dê hemû parlementer ji AKP'ê re biçin û eger ev yek pêk bê, dê partiyên muxalifî Erdogan hemû îflas bikin.    Elîf Akgul jî, destnîşan kir ku ew ê tev li mîtînga HDP'ê bibe û divê girseyeke xurt li qadê hebe. Akgul, diyar kir ku tekane hêza ku AKP'ê têk bibe HDP ye û got: "Eger HDP bendê derbas neke, dê deng hemû ji AKP'ê re biçin. Loma pêdiviya me pir bi HDP'ê heye."    Huriye Aydigan jî diyar kir ku ew CHP'î ye, lê belê di vê hilbijartinê de ew ê dengê xwe bide HDP'ê û ew ê roja înê bi coşeke mezin li Qada Seyît Riza be.    BANG LI CIWANAN KIR    Xwendekar Serhat Aydin jî ku di nav xebatên hilbijartinê de cih digire, anî ziman ku ev hilbijartin hilbijartineke krîtîk e û nemaze jî divê ciwan hay ji vê yekê hebin. Aydin bang li ciwanan kir û got: "Li Tirkiyeyê eger em doza demokrasî û azadiyê dikin, nexwe divê em berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Mîtînga 22'yê Hezîranê mîtîngeke girîng e. Çimkî dêê coş û heyecena me ya li qada mîtîngê xwe di sindoqan de jî bide der. Dê ji bo îktîdarê bersiv be. Bi taybetî jî bang li ciwanan dikim. Di 22'yê Hezîranê de li Qada Seyît Riza em di mîtînga azadiyê de bên gel hev."    MA / Semra Turan