Bin bendavê mizgeft ser avê minare 2018-06-20 08:28:28 AGIRÎ - Ji ber bendava Yaziciyê mizgefta gundê Başçavûşê di bin avê de mabû. Lê belê minareya mizgeftê li ser avê ye.  Li Agiriyê ji ber bendava Yaziciyê hema bêje tevahiya gundê Başçavûşê ku 18 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e di bin avê de ma. Bi vê re mizgefta gund jî di bin avê de ma, lê belê minareya wê li ser avê ye.    Piştî bendavê hema bêje ji bilî çend malan tevahiya gundiyan koç kir. Gundê ku di bin bendavê de maye, erdên wê gelekî berdar in û ji ber vê yekê berê nifûsa gund nêzî 2 hezar kesî bû.    Niha malên mayî jî hewl didin ji gund koç bikin. Lê belê zivistanê dema av diqerise, minareya mizgefta di bin avê de maye ji ber ku li ser avê ye, bala wênekêşan dikêşe û dîmenên wê tên kişandin.