Bav û kur bê navber ji bo hilbijartinê dixebitin 2018-06-20 08:27:47 ÎDIR - Nîhat Demîrê ku bi şev heta serê sibehê notirvaniyê dike, tevî kurê xwe Azad ji bo HDP'ê di nav xebatên hilbijartinê de cih digire. Bav Demîr ku bi şev qet ranakeve, di nav rojê de jî gund bi gund digere ji bo HDP'ê doza dengan dike. Kur Azad jî li buroya hilbijartinê çay belav dike. Bav û kur dibêjin: "Em mecbûr in vê yekê bikin."  Li Îdirê bav û kur ji bo xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi awayekî çalak dixebitin û kedê didin. Bav Nîhat Demîr bi şev nortirvanê înşeatekê ye. Saet di 16:00'an de dest bi kar dike heta 06:00'ê sibehê dixebite. Piştî xebatê bi roj jî gund bi gund digere û di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih digire. Kur Azad Demîrê 17 salî jî li buroya hilbijartinê ya HDP'ê çayê belav dike.    ‘NIKARIM DENG BIDIM LÊ ÇAY BELAV DIKIM'    Azad Demîr, anî ziman ku di vê pêvajoya hilbijartinê de li buroya hilbijartinê bi awayekî dildar dixebite û çay belav dike. Demîr got: "HDP partiya gel e. Min xwest ez jî destekê bidim. 17 salî me, nikarim dengê xwe bi kar bînim. Loma hatim buroya hilbijartinê min xwest peywireke min jî hebe. Hevalan jî got tu dikarî çay belav bikî. Min jî yekser dest pê kir û bi rojane ji sibehê heta êvarî çay belav dikim. Ji ber ku bi zewq çay belav dikim, nawestim. Heta ji destê min bê ez ê bibim alîkar. Ez ê heta 24'ê Hezîranê çay belav bikim. Dê HDP bendê derbas bike. Kêfxweş im, ji ber ku destekê didim vê partiyê."    'BÊ XEW DIMÎNIM, LÊ DÎSA JÎ TEV LI XEBATAN BÛM'    Bav Nîhat Demîr jî, bilêv kir ku ji ber ku ew xwe mecbûr hîs dike, ligel bêxewiyê jî tev li xebatên hilbijartinê bûye û got: "Ji bo vî gelî wek şexşekî em çi bikin jî kêm e. Yanî kî li kuderê çi bike ji bo me baş e. Kî destê xwe bavêje barê ser milê me ewqas baş e. Wisa difikirim bêyî HDP'ê nabe. Eger keça min ne nexweş bûna, dê hevjîna min jî tev li xebatên hilbijartinê bibûna. Çimkî em emcbûr in bi ser bikevin û ji bi serketinê em mecbûr in tev li xebatên hilbijartinê bibin. Di nav HDP'ê de bindest, girtî û mirovên 5 qurîş di bêrîka wan de tune ne hene. Min jî ev yek anîn bîra xwe û min û kurê xwe biryar da ku heta ji destê me bê em alîkariya partiya xwe bikin. Heta hilbijartinê çi ji destê me bê em ê bikin." dedi.    'HERKES DESTEKÊ DIDE'    Demîr, destnîşan kir ku xebatên ji bo hilbijartinê baş diçin û got: "Em diçin kîjan gundî, kîjan taxê bi eleqeyeke mezin em tên pêşwazîkirin. MHP'î jî dibêjin gerek HDP bendê derbas bike. Her derdor destekê dide HDP'ê."    MA / Mahmut Ruvanas