ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-20 08:27:11   * Nîhat Demîrê ku bi şev heta serê sibehê notirvaniyê dike, tevî kurê xwe Azad ji bo HDP'ê di nav xebatên hilbijartinê de cih digire. Bav Demîr ku bi şev qet ranakeve, di nav rojê de jî gund bi gund digere ji bo HDP'ê doza dengan dike. Kur Azad jî li buroya hilbijartinê çay belav dike. Bav û kur dibêjin: "Em mecbûr in vê yekê bikin."    *  Ji ber bendava Yaziciyê mizgefta gundê Başçavûşê di bin avê de mabû. Lê belê minareya mizgeftê li ser avê ye.    * Dersimiyan diyar kirin ku ew ê tev li mîtînga HDP'ê ya 22'yê Hezîranê bibin û gotin: "Wê coş û heyecana me ya li qada mîtîngê di sindoqan de jî xwe bide der."    * Li Colemêrgê bi hinceta "ewlehiyê" YSK'ê biryar dabû ku dê sindoqên gelek deveran bên veguhastin. Gundiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan, destnîşan kirin ku ew ê xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin.    * Umran Tekdal ku di Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de birîndar bûbû, ji Setnbolê hat navçeya xwe Miksê û di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih digire. Tekdal, diyar kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de hesabê komkujiyê bipirsin.    * Namzetê HDP'ê yê Bûrsayê Adnan Şahîn, ji bo rizgarkirina demokrasiya li Tirkiyeyê divê HDP bê destekkirin û got: "Heta hejmarî neqede divê hilbijêr sindoqan bişopînin. Ev peywira herî mezin a ji bo sindoqa ye."    * Ahmet Nazîf Sarrafoglû ku demeke dirêj di nav AKP'ê de xebitî û paşê ji ber ku tiştên tên serên kurdan ji AKP'ê îstifa kir got: "Me got em kurd in, lê wan got bibin gurgeboz û me jî dev jê berda." Sarrafoglû tev li xebatên hilbijartinê bû.    * Li Sêrtê yek ji welatiyên ereb ku bi awayekî çalak di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih digire Kamûran Kalkan, diyar kir ku HDP partiya hemû gelan e. Kalkan bang li herkesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.    * Sekreterê Giştî yê ÎTO Osman Ozturk, bertek nîşanî helwesta Wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu da û got: "Li şûna hûn me sucdar dikin û herî davêjin me bûyerê ronî bikin."    * 20'ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê ye. Di vê roja penaberan de li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu û di şert û mercên herî xirab de dijîn. Parazvana mafên mirovan Soner Çaliş, diyar kir ku li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu ne û got: "Beriya her hilbijartinê li ser penaberan rantê dikin. Lê li şûna em wan dikin maşik divê em wan wekî perçeyekî civaka xwe bibînin û mafên wan biparêzin."    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê li Hatayê tev li mîtîngê bibe.    * Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê dê bi tevlêbûna Parlamenterê Îzmirê Ertugrul Kurkçu li Çariyana Agiriyê bîtîngê pêk bîne. (11:00)   * Rêxistina HDP'ê ya Şirnex û Mêrdînê dê li navçeyên Hezex a Şirnexê û Şemrexê ya Mêrdînê bi tevlêbûna namzetan gundan ziyaret bikin. (11.00-15.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Qada ÎStasyonê (5 Haziran) mîtînga mezin pêk bîne. (18.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê li Statyuma 19 Mayisê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan mîtînga mezin pêk bîne.(16.00-20.00)    * Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê dê bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet" li Qada Kadıkoyê ya Stenbolê çalakiya xwe berdewam bikin. (18.00)