Ferdên malbata Acar nehatin berdan 2018-06-19 17:28:57   ÊLIH – Danişîna doza 5 jê girtî 6 ferdên malbata Acar li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê derketin pêşberî dadger. Ferdên malbatê berdana xwe daxwaz kirin, heyeta dadgehê daxwaza wan red kir û biryara dewama girtinê da.    Di 18’ê çileya 2016’an de li Êlihê di serdegirtina malê de bi îdaiaya “Endamê rêxistinê ne” 6 endamên malbata Acar hatin binçavkirin. 5 jê girtî 6 ferdên malbatê ku tên darizandin derketin pêşberî dadger. 5’emîn danişîna doza malbatê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Ferdên malbatê ku li girtîgehên cuda ne bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.    Dozger mutalaya di danişîna 24’ê gulana 2018’an de dabû dubare kir. Dozger xwest girtina ferdên malbatê bidome.    ‘EM BERDANA XWE DIXWAZIN’    Parêzerê malbatê Tahîr Îmret berdana miwekîlên xwe xwest û ji bo parastinê dem xwest. Hasan, Bakî, Suzan (Zozan) Acar bi kurdî parastina xwe kirin û gotin: “Eleqeya kelûpelên behsa wan tê kirin û hatine desteserkirin bi me re nîne. Em hemû ferdên malbatê girtî ne. Em berdana xwe dixwazin.”    Ji ferdên malbatê Halîme Acar jî ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê dimîne ji ber SEGBÎS’ê amade nekiribûn nikaribû parastina xwe bike.    Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara dewama girtina ferdên malbatê da û danişînê taloqî 11’ê tîrmehê kir.