Li Agiriyê binçavkirin û li Wanê mûdaxile 2018-06-19 17:26:32     AGIRÎ/WAN - Piştî mitînga HDP’ê ya Bazîtê 17 kes hatin binçavkirin û li Wanê jî polîsan piştî mitînga Serokkomar Erdogan mûdaxileyê girseya li ber buroya HDP’ê kom bibûn, kirin.    Piştî mitînga navçeya Bazida Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 16 kes hatin biçavkirin û kesek jî dema ber buroya hilbijartinê ya AKP’ê re derbas dibû, hat binçavkirin.    LI WANÊ MÛDAXILE    Di vê navberê de, bi sedan kesên li ber buroya  hilbijartinê ya HDP’ê ya Cadeya Cumhuriyetê kom bibûn û dirûşme berz kirin. Piştî mitînga Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a Wanê, polîsan mûdaxileyî girseya li ber avahiya buroyê kom bûbûn kir, lê welatî ji ber suroyê neçûn.    Bal kêş bû ku polîsekê firçeya li ber dikandarekê girt dest xwe û avêt welatiyan.