Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike 2025-03-10 16:39:39   ÎZMÎR - Di daxuyaniya Foruma Aştiyê ya Îzmîrê de hat diyarkirin ku banga Abdullah Ocalan ji bo aştiyê firsendeke nû afirandiye û got: “Divê Meclis demildest bicive û komîsyonekê ava bike.”    Foruma Aştiyê ya Îzmîrê bi daxwaza aştiyê li pêşiya Baroya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em aştiyê dixwazin, em dixwazin li ser aştiyê biaxivin” hate hilgirtin. Her wiha dovîzên “Îzmîr aştiyê dixwaze”, “Aştî a niha”, “Ji bo her kesî aştî” û “Aştî were dê çixweş bibe” hatin hilgirtin. Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn.    Parêzer Îpek Sarica di daxuyaniyê de got ku li seranserî herêmê û cîhanê gefên şer zêde dibin û got: “Şer, tê wateya wêranî, hejarî û êşê. Niha tam jî dema axaftina li ser aştiyê ye. Her ku em bêdeng dibin dengê çekan dê her zêde bibe, her ku em bêdeng dibin dê çavkaniyên cemaweriyê bêhtir bo şer bên xerckirin, dê mirov bên kuştin û her ku em bêdeng dimînin dê hêsirên çavên dayikan her birijin. Demokrasî û mafên mirovan tenê bi aştiya welat pêkan e.”    JI BO AŞTIYÊ FIRSENDEKE NÛ HAT AFIRANDIN    Akin Bîrdal jî pêvajoya ji 1’ê Cotmeha 2024’an heta 27’ê Sibatê bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi bîr xist. Bîrdal, da zanîn ku PKK, dewlet, muxalefeta civakî û siyasî muxatabên banga dîrokî ya Abdullah Ocalan in û wiha got: “Îro sedema hatina me ya vê derê ew e ku em muxatabên vê banga dîrokî ne. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û ji bo gelên me bi hev re wekhev û azad bijîn, firsendeke gelek girîng hatiye afirandin. Mixabin ev firsend heta niha jî nehatiye bikaranîn. Niha firsendeke nû hate afirandin. Bi ser geşedanan re hema hema 5 meh derbas bûn lê hêj jî gavek nehatiye avêtin. Beriya her tiştekî divê zimanê aştiyê bê bikaranîn. Divê em ji zimanê nefret, şer û pevçûnê dûr bikevin. Ya duyemîn jî divê navek li pêvajoyê were kirin. Divê Meclis demildest bicive û her kes daxilî pêvajoyê bibe. Îro bingeha hemû pirsgirêkan, şer e.”    BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN SER ELEWIYAN DA    Bîrdal, destnîşan kir ku hevdîtinên DEM Partî bi partiyên siyasî re dike girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Li seranserî dinyayê amadekariyên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku nav lê nehatiye kirin, hne. Li Rojhilata Navîn dîsa li dijî mirovahiyê sûc tên kirin. Sûcekî qirkirinê tê kirin. Piştî qirkirina Êzidiyan, niha jî qirkirina Elewiyan tê kirin. 745 zarok û jin hatine qetilkirin. NY, PE û Konseya Venedîkê li ku ne? Çima wiha bêdeng û lal in û tenê temaşe dikin.”    Piştî daxuyaniyê, ji bo Foruma Aştiyê ya Îzmîrê ku dê di 15’ê Adarê de li Navenda Çandê ya Mûstafa Necatî were lidarxistin, bang hate kirin.