Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket 2025-03-10 10:12:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Jin bi xwe gerdûn e” derket û bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan.    Hejmara 273’yemîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Jin bi xwe gerdûn e” derket. Rojnameyê cih da nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinan re şandibû.    Surmanşeta rojnameyê ya vê hefteyê bi zaravayê Kirmanckî bû û bi sernavê ‘Çareserî bi azadiya Ocalan bena’ cih da girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.    Di heman demê de rojnameyê di rûpelê yekemîn de cih da nivîsa nivîskarê rojnameyê Zinar Ronî ya bi sernavê “Projeya Abdulah Ocalan” ku girîngiya banga dîrokî ya Abdullah Ocalan vedibêje.