Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin 2025-03-08 15:51:22 DÊRSIM - Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê, civîna 8’ê Adarê hate lidarxistin. Di civînê de banga dîrokî ya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan deng veda. Jinan peyam dan ku ew alîgirê aştiyê ne. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jin li Kolana Hunerê ya li Dersimê hatin ba hev. Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meş hate kirin. Jinên ku bi pankarta “Em li dijî şer, qeyim, tundî û bêbaweriyê li qadan e” meşiyan, peyam dan ku ew ê têkoşînê geş bikin.   Di beşê de bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Gulistan Doku li kuderê ye”, “Em li Dersimê qeyim naxwazin” û “Qeyim here, Dersim a me ye” hatin berzkirin.   Jinên ku gihiştin qadê, li ber muzîkan govend gerandin.   Serpîl Argin li vir daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku ew bi mîrateya têkoşînê ya berê, ber bi siberojê ve dimeşin. Serpîl Argin nerazîbûn nîşanî qeyim da û komkujiyên li Sûriyeyê li hemberî Elewiyan tên kirin jî bi bîr xist.   Serpîl Argin peyama Rêber Apo bi bîr xist û got, jin alîgirê aştinê ne.   Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a ku qeyim li şûna wê hatî tayînkirin, got: “Bingehê avakirina aştiyê, jin in. Em bi israr dibêjin aştî.”   Parlamentera Dersimê Ayten Kordu jî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, jin wê civaka demokratîk ava bikin.