Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin 2025-02-21 13:50:02   STENBOL - Ji bo Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin. Di îdianameyê de “Lihevkirina bajar” weke sûc hate nîşandan.    Şaredarê Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozer di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rêya “Lihevkirina bajar” weke hevşaredarê CHP’ê hate hilbijartin. Piştre jî Ozer hate binçavkirin û girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Lêpirsîna der heqê Ozer de temam bû. Îdianame bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate amadekirin û pêşkeşî 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate kirin. Îdianame ji 83 rûpelan pêk tê û ji bo Ozer ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê û “qedexeya siyasetê” tê xwestin.    Di îdianameyê de hate îdiakirin ku Ozer li gorî “fermanên” giştî yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevgeriyaye û “ji bo xebatên xweseriya demokratîk bûye alîkar” û di vê çarçoveyê de gelek hevdîtin bi “rayedarê payelind ê rêxistinê” Remzî Kartal re kiriye.     Dozgerî, îdianame spartiye îfadeyên “şahid” û “Lihevkirina bajar” jî weke sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de wiha hate gotin: “Di çarçoveya stratejiya ‘Lihevkirina bajar’ de ku rayedarên payebilind ên rêxistinê jî eşkere kiribûn, xwest ji konjonktura siyasî ya heyî sûdê bigire û bi şertê ku nêrîn û rewşa xwe ya siyasî veşêre hat peywirdarkirin ku li bajarên rojavayê welat li Şaredariya Esenyurtê bibe namzet. Di vê çarçoveyê de jî helwest û tevgerên gumanbarî ji hêla rayedarên payebilind ên rêxistinê ve hatin diyarkirin, gumanbarî weke endamê tevgerê bi domdarî, bi awayên cuda û zêde bi rêxistina terorê ya çekdar re pêwendî danî, li gorî wesfa xwe ya di nava rêxistinê de jî ku her çend rêveberê rêxistinê nebe jî, ji ber ku ‘peywira wî ya taybet bû’ divê were cezakirin.”    Her wiha di îdianameyê de ji bo îfadeyên Ahmet Ozer jî îdiaya “li derveyî asayîbûna jiyanê ne û hewl da xwe ji sûc xelas bike” hate kirin.