Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir 2025-01-22 16:57:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 4 saetan dom kir.    Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. DEM Partiyê ragihand ku di şandeya wan de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtine.    Hat zanîn ku hevdîtina di navbera Şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan de 4 saetan domiyaye. Şande, piştî hevdîtinê ji Îmraliyê vegeriya.    Hat hînkirin ku dê şandeya Îmraliyê sibê bi awayekî nivîskî daxuyaniyê bide.