Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’ 2025-01-20 16:32:58 NAVENDA NÛÇEYAN - KONGRA-GEL diyar kir ku dewleta tirk sivîlan hedef digire û li dijî êrişan banga “seferberiyê” kir.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û xelkê herêmê jî li dijî êrişan li ber xwe dide. Dewleta tirk a ku ji êrişên ser Bendava Tişrînê tu encaman bi dest naxe, sivîlan hedef digire. Gelek derdorên cuda bertek nîşanî êrişan dan.    Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL jî têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û wiha got: “Êrişa yekser a li hemberî gelê sivîl ê li ser Bendava Tişrînê êrişeke eşkere ya terorîstî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev êrişên terorîstî bi ti awayî nayên qebûlkirin. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Li hemberî van êrişên terorîstî yên ku cihê xwe di hiqûqa navneteweyî de nîne em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin."    ‘DEWLETA TIRK JÎ MÎNA DAIŞ’Ê DIKE’    Daxuyaniyê wiha domiya: “Ji bo rawestandin û têkbirina êrişên DAIŞ'ê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şehîd dan û mirovahî li dijî vê hovîtiyê parastin. Wê demê raya giştî ya navneteweyî li dijî DAIŞ'ê rabû ser piyan û wezîfeya xwe ya mirovî bi cih anî bû.   Ya ku duh DAIŞ'ê dikir, niha dewleta Tirk yekser bi xwe û bi rêya çeteyên xwe yên SMO'yê li dijî gelê Rojava dike. Li hemberî van êrişên terorîstî yên dewleta Tirk divê raya giştî ya navneteweyî weke wijdanî û exlaqî bi lez helwestê nîşan bide. Bêdengiya li pêşberî van êrişan wê bibe sedema komkujiyên hîn mezin. Weke ku berê kir divê raya giştî ya navneteweyî bi baldariya xwe ya li ser vê mijarê hêvî û baweriyê bide mirovahiyê.   KES NIKARE VÊ ÎRADEYÊ BIŞIKÎNE   Em sekna bi îrade ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk bi hurmet silav dikin. Ti hêz nikare vê îradeya berê xwe li jiyaneke azad û bi rûmet têk bibe. Hunermendê gel Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) ku li Bendava Tişrînê di nobedê de şehîd bû û hemû şehîdên din, em wan hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Pitik Tala ya sêwî ma bû yek ji sembola vê berxwedanê.   BANG LI GEL KIR    Banga me li gelê me yê li welat û derveyî welat e;   Berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bi qasî berxwedana Kobanê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Divê em planên van hêzên ku dixwazin destketiyên gelê me kêm bikin yan jî tine bikin, têk bibin. Parastina destketiyên şoreşa Rojava gava destpêkê ya fermî ya hilweşîna faşîzma dewleta Tirk e. Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.   Em bang li gelê xwe yê li welat û derveyî welat, bang li dostên xwe yên enternasyonal dikin ku li ser bingeha xwedîderketina li şoreşa Rojava li her qadê seferber bibin. Divê em raya giştî ya navneteweyî bixin nava liv û tevgerê û destpêkê dengê xwe bilind bikin.   Sala 2025'an wê bibe saleke fînalê ku faşîzma dewletê ya dijminê gelê Kurd têk biçe û azadî û demokrasî bi ser bikeve. Bi vê bawerî, coş û kelecanê em bang dikin ku ji bo Rojava seferber bibin."