Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin 2025-01-20 11:52:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina biryara cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar hat dayin ku di 22’yê Çileyê de greva giştî bê lidarxistin.  Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî her ku diçe zêde dibin. Divê çarçoveyê de 6 hizb û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê biryar dan ku di 22’yê mehê de li rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin. Der barê mijarê de daxuyaniyek hevbeş hate dayîn.   Daxuyaniya li ser navê her 6 hizb û aliyên siyasî hatî dayîn wiha ye:   “Xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê; di rewşek ku bihabûn, bêkarî, hejarî, gelek pirsgirêkên aborî, xizmetguzarî, nebûna azadiya siyasî bandorê li civaka Kurd û Îranê dike de, rejîma Îranê li cihê ku bersiva daxwaza civakê bide, şûrê xwe dijî girtiyên siyasî derxistiye û li Kurdistan û seranserê Îranê bi dehan çalakvanên siyasî bi darvekirinê mehkûm kiriye.   Divê rewşê de, bi taybet ji ber metirsiya darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, pêwîste ji bo rawestandina vî cezayî pêngavek bilez were avêtin. Yek ji van pêngavene jî ragihandina greva giştî ya li Kurdistanê ye.   Grevên giştî yên li Kurdistanê hertim weke pîvana berxwedana sivîl di demên hestiyar de bûye kevneşopiyek, îro em li ber yek ji wan demên mirovîne. Pêwîste îradeya giştî rê li trajediyek din bigire, jiyana mirovên ku ji bilî heskirina gel, têkoşîna azadî û wekheviyê tiştek nekiriye, ji cezayê darvekirinê rizgar bike. Bê guman ev yekitiya giştî ku bi awayê sivilî û aştiyane xwe derdixîne pêş, dikare carek din weke şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibe xwedî peyama xebat û parastinê ji bo hemû civakê. Ev tevger di heman demê de ji bo girtiyên siyasî yên ku her roja sêşemê li zêdetirî 30 girtîgehên Îranê bi greva xwe ya wêrekane ya ‘Na ji cezayê darvekirinê re’ dengeke.   Em weke hizb û aliyên siyasî yên ku navê xwe li binê vê daxuyaniyê dayîn, bang li hemû civakê, têkoşerên Kurdistanê dikin ku di 22’yê mehê de (Roja Çarşemê) li hemû Kurdistanê, dijî hukmê darvekirinê yê zarokên me greva giştî ragihînin. Herwiha hemû navendên kar, bazar, dibistan werin girtin û bi vî awayî hêza yekîtiya giştî ya ji bo dabînkirina armancên siyasî û mirovî nîşan bidin.   Ev pêngava pêşîlêgirtinê, ji bo xilaskirina jiyana mirovan firseteke, bila em carek din nîşan bidin ku Kurdistan li hemberî hikumê ne mirovane bêdeng namîne û wê xwedî helewst be. Bijî yekîtî û yekdengiya civaka Kurdistanê.”   Navê hizb û aliyên siyasî yên ku îmzeya xwe li binê daxuyaniyê dayîn wihane:   * Partiya Azadî ya Kurdistan   * Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan (PJAK)   * Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşanên Kurdistanî Îran   * Hizba dEmokrata Kurdistanê ya Îran   * Komeleya Zehmetkêşana Kurdistan   * Komeleya Rêxistina Kurdistan ya Hizba Kominîsta Îran”