Hrant Dînk hat bibîranîn 2025-01-19 14:11:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 18’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Meletiyê li mala lê ji dayik bûye hat bibîranîn.  Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê Çileya 2007’an de hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Dînk re 18 sal derbas bûn. Hrant Dînk, di 18’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Meletiyê li mala jê ji dayik bûyî hat bibîranîn. Her wiha li Edene û Rihayê jî hat bibîranîn.    Ji bo bîranîna Dînk, li pêşiya mala jê ji dayik bûyî ya li Taxa Çavuşoglû ya Meletiyê bîranîn hat lidarxistin. Li gel nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê, gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî jî tev li bûn. Di bîranînê de bi zimanên Ermenkî û Tirkî pankarta “Hrant Dînk ji bîr neke” û wêneyên Dînk hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Li dijî faşîzmê biînad birayê me yî Hrant”, “Bijî biratiya gelan” û “Hrant ji bîr neke û nede jibîrkirin” hatin berzkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Meletiyê Melîh Kop di bîranînê de axivî û got ku Dînk di encama dijminatiya li Ermenan hate qetilkirin. Kop, diyar kir ku tevî ser re 17 sal derbasbûne jî hêj faîl nehatine cezakirin.    RIHA   Şaxa ÎHD’a Rihayê jî li avahiya xwe bernameya bîranînê li dar xist. Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê jî tev li bûn. Li eywana bîranînê pankarta “Me Hrant Dînk ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin” hate daliqandin. Di bîranînê de daxuyaniya hevpar ji hêla Rêvebera Şaxa ÎHD’a Rihayê Songul Arpa ve hate xwendin.    EDENE   Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Endamê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yaşar Gokoglû, wiha got: “Mîna ji wê rojê heta niha, ji vir û şûnde jî em ê li dijî hemû nîjadperestiyan, cihêkariyan û bûyerên nefretê têkoşîna xwe bidomînin. Di hemû têkoşînên xwe de em ê Hrant Dînk li gel xwe hîs bikin û têkoşîna xwe bi wî re bidomînin. Hrant Dînk dê di têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê de bijî.”