Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide 2025-01-19 09:45:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, serî li Wezareta Dadê bide.  Hat zanîn ku Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo cara duyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, dê sibe serî li Wezareta Dadê bide.    ÇI BÛ?     Parlamenterên DEM PArtiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kirin.    ŞANDEYÊ DAXUYANIYEKE NIVÎSKÎ DA   Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtinan, di 17’ê Çileyê de daxuyaniyeke nivîskî da.    Daxuyaniya şandeyê wiha ye:    “Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Piştî vê hevdîtina me, li ser encamên vê hevdîtinê û li ser daxwaza wî, me bi Meclisa Giştî ya Tirkiyeyê, partiyên siyasî û hevalên xwe yên siyasetmedar ên li girtîgehê re hevdîtin kirin.    Di 3’yê Çileya 2025’an de me serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê birêz Nûman Kurtulmuş kir û hevdîtinên me dest pê kirin. Hevdîtinên me bi serok û nûnerên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Siberojê (Gelecek Partisi), Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Saadetê (Saadet Partisi), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Dewayê (Deva Partisi) û Partiya Refahê (Refah Partisi) re berdewam kir. Me di navbera 11-12’ê Çileya 2025’an de serdana hevserokên me yên berê û hevalên me yên siyasetmedar ên girtî birêz Fîgen Yuksekdag, birêz Selahattîn Demîrtaş, birêz Leyla Guven û birêz Selçuk Mizrakli kir û me bi wan re hevdîtin kirin.   Ev hevdîtinên me li ser esasê diyalogê û aştiyê û li ser pêvajoya pevguhertina ramanan bi hevserok û desteyên me yên partiyê, bi pêkhateyên partiya me, bi partiyên siyasî yên ku em di tifaqê de ne û rêxistinên sivîl ên ku em bi wan re ne hatine destpêkirin û berdewam dikin.   Di serî de em hurmet û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û berpirsên wan ên qedirbilind dikin ku bi dilgermî û dilnizmî pêşwaziya me kirin, nêrîn û pêşniyazên xwe yên hêja bi me re parve kirin û bi zimanekî gelek avaker xem û rexneyên xwe anîn ziman.   Xala sereke ya rojeva serdana me ew bû ku em encamên hevdîtina bi birêz Ocalan re ragihînin wan û rewşa nû ya ku derketiye holê bi hev re binirxînin. Bi kurtasî, ev daxwaz û îrade, ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, berpirsyariya dîrokî ya xurtkirina yekitiya Tirk û Kurdan, berpirsyariya geşedanên radîkal û jêveneger li Rojhilata Navîn radiweste û destnîşan dike ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk zemîna herî girîng a çareseriyê ye.   Hemû hevdîtinên me jidil û bi hêviya erênî derbas bûn. Serokên payebilind û şandeyên wan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kirin. Bi vê re girêdayî di mijarên curbecur de fikar û pêşniyazên wan jî çêbûn. Ev fikar û pêşniyaz jî di esasê xwe de li ser şefafiya pêvajoyê û pêkanîn/îcrakirina wê di nava TBMM’ê de radiwestin.   Lijneya me di hevdîtinan de ji bo çareserkirina fikar û pirsyaran daxuyanî dan û pêşkêşî kirin. Nêrîna ku me ji hevdîtinan bi dest xist ev e ku daxwaz û îradeyeke hevpar di hemû aliyên siyasî de heye û hemû alî dixwaze pêvajoya nakokî û aloz a ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûye li pey xwe bihêlin. Derbaskirina vê pirsgirêkê û pêşxistina yekitî û biratiya hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî li welatê me, ji bo berjewendî û xêra her kesî ye. Ev helwesta hevpar a hemû aliyan e. Mijareke din a bi vê re girêdayî jî ew e ku pêvajoya aştiyê bibe sedema demokratîkbûna giştî û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk.   Hevdîtinên me yên li gel serok û hevalên me yên li girtîgehan gelekî erênî derbas bûn. Hevalên me bi awayekî aşkera û zelal piştgiriya xwe nîşan kirin ser rola ku Birêz Ocalan û Partiya DEM’ê dê bilîze. Diyar kirin ku ew ê di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe ya ji bo xurtkirina zemîna siyasî û civakî bi awayekî erênî pêk bînin.   Di vê serdemê de ku em li ser aştî, demokrasî û yekitiya Tirkiyeyê û herêmê radiwestin, şêwazên cudaxwaz û pêşdarazên ku dem bi dem em di medyaya nivîskî û dîtbarî de pê re rû bi rû dimînin û qada spekulasyonê ya ku tê avakirin, karê me zehmet dike. Em dizanin ku her kes û beşên civakî der barê vê pêvajoyê de xwedî hêvî û daxwaz in, di heman demê de fikar, hesasiyet û pirsyarên her kesî hene. Em di vê hişmendiyê de ne. Di pêvajoyeke wisa hesas de, belavkirina axaftinên çêkirî û hewldana afirandina rojevên ku carinan sînorên ehlaqî jî derbas dikin, germkirin û gurkirina şer pê ve ne tiştekî din e.    Li gel hemû nerîn û nirxandinên xwe yên baş em ê di demeke kin de serdana Birêz Ocalan bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên zexm û qewîn bigihêje aştiyê û çareseriyek ava bibe em ê kedeke mezin bidin.    Di avakirina aştî û çareseriyê de piştgiriya gel a li ser van hevdîtinên me dê bibe hêmana herî girîng.”