KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me 2025-01-18 16:04:55 NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê têkildarî hevdîtinên şandeya Îmraliyê daxuyanî da û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.” Hevserokatiya Konseyea Rêveber KCK'ê, têkildarî serdanên şandeya Îmraliyê ya partiyên siyasî daxuyaniyek belav kir.    Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:   “Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir û piştre di çarçoveya vê hevdîtinê de bi partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk re dest bi hevdîtinan kir. Şandeyê bi daxuyaniyên dayî encama xebata xwe bi raya giştî re parve kir. Hevdîtina Îmraliyê û daxuyaniya şandeya DEM Partiyê, di raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de cihekî fireh girtiye û di serê rojevê de cih girtiye. Şandeya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di çarçoveya nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo de, çi li meclîsê çi jî ji dervey meclîsê hevdîtinên wan erênî derbas bûne û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna pêvajoya şer îradeyeke xurt derketiye holê. Destnîşan kirine ku ew ê li ser bingehê encamên erênî yên derketine holê, wê car din biçin Îmraliyê û hevdîtineke din jî bi Rêber Apo re bikin. Ji daxuyaniya şandeya DEM Partiyê tê fêmkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê îradeyek girîng derketiye holê. Em gihiştina pêvajoyê ya vê qonaxê, erênî dibînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna pêvajoya şer, em piştevaniya partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk girîng dibînin, em dixwazin bînin ziman ku em vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkê esas dibînin û em piştgiriyê didin vê îradeyê.   Em bi dawîbûna tecrîda mutlaq weke geşedana herî girîng a vê pêvajoyê û weke qonaxeke girîng a têkoşîna xwe ya Pêngava Azadiya Gerdûnî dibînin. Êdî di tecrîda mutlaq de valahî çêbûye, dewlet Rêber Apo muxatab digire. Nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dawî bûna pêvajoya şer û demokratîkbûna Tirkiyeyê di qada siyasetê de hatiye nîqaşkirin û piştgirî dîtiye. Ev geşedaneke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.   Demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayî çareseriya pirsgirêka kurd e, bi vê yekê pêkan e. Çareseriya pirsgirêka kurd tenê wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veneke, wê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî girîng be. Di vê pêvajoya dîrokî de Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin, di vê pêvajoyê de avakirina geşedaneke wiha wê li ser navê azadî, wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî, şoreş û sosyalîzmê bibe gaveke dîrokî. Bi vê berpirsyariya dîrokî, ji bo serkeftina pêvajoya Rêber Apo hewl dide pêş bixe, divê piştgiriyê bidin. Destpêkê divê hemû hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û ji bo serkeftina wê bi awayekî çalak bixebitin. Mirov dikare metirsî û gumanên ku ji ber nêzîkatiyên dewlet û hikûmetê peyda bûne, bi xwedîlêderketina pêvajoyê û xebateke çalak pûç bike. Divê hêzên demokratîk ên şoreşger ji bo serkeftina vê pêvajoyê xwe wek berpirsyarê sereke bibînin û li ser vê bingehê bibin pêşengên pêvajoya nû.   Her wiha gelek giring e ku di serî de CHP, divê mixalefeta Tirkiyeyê jî xwedî li pêvajoyê derkeve û piştgiriya wê bike. Em ji daxuyaniyên şandeya DEM Partiyê fam dikin ku mixalefet nêzîkatiyeke erênî nîşanî pêvajoyê dide. Jixwe Rêber Apo jî ji bo çareseriya pirsgirêkê bal kişandibû ser rola mixalefetê û girîngiya navendî ya parlamentoyê.   Ev geşedanên dîrokî encama Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ye. Bi kêfxweşî û coşa vê encama dîrokî, divê em Pêngava Azadiyê ya Cîhanî pêş bixin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir bixebitin. Em careke din bang li gelê xwe, dostên xwe û hemû hêzên demokratîk ên şoreşger dikin. Ji bo serkeftina pêvajoya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêş xistî, em bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û tevgerên çepgir û sosyalîst jî dikin ku bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin ser piyan û pêşengiya pêvajoyê bikin."