Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî 2025-01-18 15:19:29 NAVENDA NÛÇEYAN – ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin cem hev û li aqûbeta windayan pirsin û xwestin ku kiryar bên cezakirin.  Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" vê hefteyê jî domandin.     AMED    Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 832'yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû kom bûn û çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê li aqûbeta windayan pirsîn, xwestin faîl bên darizandin û cezakirin û vê hefteyê bal kişandin ser rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ê ku di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê hat kuştin.   Serokê ÎHD'a Amedê parêzer Ercan Yilmaz ewilî di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku bi salane têkoşîna wan berdewam dike û got: “Dadgeha Eskîşehîrê doza Nezîr Tekçî yê ku bi destê dewletê sala 1995'an li Colemergê hat windakirin de biryara beraatê da. Em dizanin yên ku ev kuştin kirine tên parastin. Heya ku hemû faîl bên darizandin û cezakirin dê têkoşîna me berdewam bike.”   SERPÊHATIYA HRANT DÎNK   Piştre rêveberê ÎHD'ê Amedê Alî Îhsan Demîrtaş metna serpêhatiya kuştina rojnemevan Hrant Dînk xwend. Alî Îhsan Demîrtaş bal kişand ser biyografiya Hrant Dînk û bi bîr xist ku ew di sala 1954'an de li Meletiyê ji dayik bûye. Alî Îhsan Demîrtaş bi bîr xist ku Hrant Dînk di 19'ê Çileya 2007'an de li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê ji nêzîk ve bi 3 guleyan hat kuştin û wiha got: “Ogun Samast ê ku cînayet pêk anî dema ji Stenbolê diçû Trabzonê li ser îxbara bavê xwe li Otogara Samsunê hat binçavkirin. Her wiha çeka ku di kuştinê de bikar aniye jî li ser wî hebû. Samast di îfadeya xwe ya li emniyetê de diyar kir ku li Trabzonê ev demeke bi 10 ciwanan re tetbîqata hedefê kirin e û li xwe mikûr hatibû ku ji ber ew di şixûlandina çekê de zane bûye jê re gotiye tu yê Hrant Dînk bikujî. Ogum Samast her wiha gotibû ku Yasîn Hayal çeka ku di kuştinê de bikar aniye daye wî. Teşwîqkar Yasîn Hayal li xwe mikûr hat ku wî bi efserê îstîxbaratê yê wê demê Erhan Tuncel re plana kuştinê kiriye.”   Piştî daxuyaniyê ji bo Hrant Dînk û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.   ÊLIH    Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 668'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Êlihê û rêveberên şaxên Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Li Dewrêşa Şaristaniyan re (MEBYA-DER) beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de, li kiryarên Hrant Dînk ê ku di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin, hatin pirsîn. Çîroka qetilkirina Dînk ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Melek Atalayê ve hat xwendin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   COLEMÊRG   Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 158'an de li Kolana Sanat a navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Gelek kes û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de li kiryarên Abdullah Canan ê di 17'ê Çileya 1996'an de li Geverê hat binçavkirin û windakirin, pirsîn. Çîroka Canan ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hat xwendin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   ÎZMÎR   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku du hefte carekê li dar dixe, li ber Sûmerbanka Kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de pankartên “Winda wijdan in, li wan xwedî derkevin” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne?” hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ên ku di 10'ê Çileya 1996'an de li navçeya Basa a Şirnexê hatin binçavkirin û windakirin, hat pirsin.    Zîlan Gumuş destnîşan kir ku wekî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parazvanên mafên mirovan, divê dewlet bi sûcên ku hatine kirin re hevrû bibe û li aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin bên eşkerekirin.