Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin 2025-01-15 14:24:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Bendava Tişrînê û derdora wê hate bombebarankirin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tevî êrişên zêdetirî mehekê didomin jî dewlet tirk û koma wê ya paramîlîter nekarî li Bendava Tişrînê pêş bikeve. Tirkiye ya ku nikare ji hêla bejahî ve pêş bikeve, Bendava Tişrînê û derdora wê bi balafirên şer bombebaran kir.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; balafirên dewleta tirk 300 metre dûrî beşa tijî-derxistin ku beşa sereke ya Bendava Tişrînê ye, bombebaran kir. Hat ragihandin ku liv û tevgera balafiran a li ser herêmê didome û têkildarî encamên êrişên agahiyên zelal nehatin bidestxistin.