Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir 2025-01-10 15:26:18     ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê û got: “Ev rê ne tu rê ye. Dev ji van polîtîkayan berdin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan çû serdana buroyên Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS û rojnameya Yenî Yaşamê yên Enqereyê. Bakirhan, piştî serdanê pirsên rojnamegeran bersivand.    Bakirhan, bal kişand ser binçavkirina Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê û wiha got: “Me gelek caran vegot û îspat kir. Ev rê ne tu rê ye. Ev yek, van meseleyan çareser nake. Xespkirina îradeya gel, kompasa li ber îradeya gel, ne tu rê ye. Bêhurmetiyeke mezin a li dijî vîna gel e. Em bang li îktîdarê dikin ku dev ji van polîtîkayên qeyûm berde. Em wan vedixwînin cidiyetê. Li rexekî dê nîqaşên pêvajoyê bên kirin û li rexa din jî operasyon tên kirin. Em serî li ber van sepanan natewînin. We gelek caran ceriband lê we tu encam bi dest nexistin.”    HATÎMOGÛLLARI DÊ BIÇE MÊRSÎNÊ   Bakirhan, da zanîn ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê biçe Mêrsînê û got: “Em ê pêvajoyê jinêzve bişopînin.”    ‘DIVÊ QILFEYA ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN’   Bakirhan, têkildarî nîqaşên piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin jî ev tişt anî ziman: “Heke ev nîqaş bi rastî jî derbasî pêvajoyekê bibin, wê demê divê zemîna ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze bê amadekirin û qilfeya Îmraliyê bê vekirin. Em nizanin dê çi bi van hevdîtinan bibe û dê veguherin tiştekî çawa. Şandeya me ji me re got ku rojeveke weke efûya giştî tune ye.”