Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne 2025-01-03 11:11:34 NAVENDA NÛÇEYA - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barro û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock çûn serdana paytexta Sûriyeyê Şamê.  Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û hempîşeya wî ya Alman Annalena Baerbock sibeha înê gihîştin Şamê.   Tê payin ku herdu wezîr bi hev re hevdîtinê bi şefê HTŞ'ê Ahmed El Şara re bikin ku weke rêveberê nû yê Şamê hatiye diyarkirin. Rejîma Esad di 8'ê Kanûnê de hilweşiya bû.   Annalena Baerbock beriya serdanê daxuyaniyek da û wiha got: “Li gel hempîşeyê xwe yê Fransî em ê bi navê Yekitiya Ewropayê serdana Şamê bikin. Ev yek peyameke vekirî ye ji bo Sûriyeyiyan; di navbera Ewropa, Almanya û Sûriyeyê de destpêkeke siyasî ya nû dikare bê kirin."   Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî wiha got: “Li Sûriyeyê ji bo xizmeta Sûriyeyiyan û aramiya herêmî em derbasbûneke mecbûrî û aştiyane teşwîq dikin.”