Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû 2025-01-03 10:45:52 ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh bi Serokê Meclisê û Serokê Giştî yê MHP’ê re hevdîtin kir. Bernameya şandeyê ya serdana partiyên din diyar bû.  Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre biryar da ku biçe serdana partiyên siyasî. Bernameya şandeyê ya ji bo serdana partiyên siyasî yên li Meclisê eşkere bû.    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir. Dê şande ji roja duşemê ve li Meclisê bi partiyên din ên siyasî re hevdîtinan bike. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Parlamenter Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê. Şande dê di 6’ê Çileyê de biçe serdana Partiya Pêşerojê, AKP û Partiya Saadetê, di 7’ê Çileyê de jî biçe serdana Partiya Yenîden Refahê û DEVA’yê.    DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got:    “Bernameya serdanan a şandeya me ya hefteya pêş eşkere bû û wiha ye;    *6’ê Çileyê roja duşemê    11.00 - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê. Cih: Navenda Giştî ya Partiya Pêşerojê    13.30 - Şandeya AKP’ê ya bi Serokatiya Abdullah Guler. Cih: TBMM    15.30 - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê. Cih: Navenda Giştî ya Partiya Saadetê.    * 7’ê Çileyê roja sêşemê   13.00 - Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan. Cih: Navenda Giştî ya Partiya DEVA’yê.    15.30 - Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbekan. Navenda Giştî ya Partiya Yenîden Refahê.”