HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan 2025-01-03 09:42:22 STENBOL - HDK dê bi şîara “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya îmzeyan dide destpêkirin. DEM Partî jî dê li dijî xizanî û şer starta kampanyaya “Ked û aştî” bide.  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di nava meha çileyê de bi dirûşma “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya îmzeyan bide destpêkirin. Kampanya, bi mebesta aştiya civakî tê destpêkirin û tê armanckirin ku xwe bigihîjin milyonan kesan.    Xebata kampanyayê ku pêwendiya pirsgirêkên ciwanan, jinan, kedkaran, civakên çandinî-gundan, xwendekaran, bêkaran, teqawidan, ajalan û xwezayê û aştiyê datîne, dê bi beşdariya hemû sazî û avadaniyên HDK’ê bê meşandin. Di çarçoveya kampanyayê de dê mal bi mal, kolan bikolan, tax bi tax bê geriyan, pêwendî bi gel re bên danîn û îmze bên komkirin.    KONFERANSA AŞTIYÊ YA NAVNETEWEYÎ   Di heman demê de HDK dê di 8-9’ê Sibatê de bi dirûşma “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” konferanseke navneteweyî li dar bixe. Konferans, dê saet di 10.30-18.00’ê li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya li navçeya Avcilar a Stenbolê bê lidarxistin.    DEM PARTÎ KAMPANYAYA ‘KED Û AŞTIYÊ’ DIDE DESTPÊKIRIN    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî dê bi dirûşma “Ked û Aştiyê” kampanyayê bide destpêkirin. Kampanya, dê bi lingê rojava yê çalakiya nobeta li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê û Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatine destpêkirin. Armanca esasî ya kampanyayê ew e ku li dijî xizanî û şer têkoşîneke hevpar bê meşandin.    JI ROJAVA DÊ BIÇIN SERDANA NOBETAN    Koordînasyonên ku li rêxistinên bajar ên DEM Partiyê yên Ege û Marmarayê hatine avakirin, dê têkildarî kampanyayê bi odeyên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar re hevdîtinan bikin. Piştî hevdîtinan dê li gelek cihan panel, forum û konferans bên lidarxistin û dê biçin serdana tax û esnafan. Her wiha dê xebata belavkirina belavokan bê meşandin û nobetên li ser sînor b girseyî bên ziyaretkirin.    MA / Dîren Yurtsever