Bavek û 2 jê nexweş 4 kur 2025-01-03 09:25:35   RIHA - Mehmet Arslan diyar kir ku metirsiya jiyanê ya 2 kurên wî yên ji ber li îşkenceya li girtîgehê li wan hatiye kirin careke din rû dane heye û bang li ÎHD, OHD û parlamenteran kir ku zarokên wî bên dermankirin.    Muameleya xerab û îşkenceya li birayên hev Arslan ên ku di 18'ê Cotmeha 2018'an de li taxa Ziyarêta Mezin a navçeya Pirsûsê ya Rihayê di bin îşkenceyê de hatin girtin, li girtîgehê didome. Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşim (46), Mehmet Kasim (32) û xizmê wan Khlel Khlel (30) bi îdiaya îstîxbarata "sûqîqastê" ya li dijî Parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin. 5 kesên ku 15 rojan li Şaxa TEM'ê hatin girtin, bi darê zorê îfadeyên ji aliyê polîsan ve hatibûn amadekirin îmze kirin. Di raporê de ku di 31’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hat amadekirin jî îşkenceya giran a li 5 kesan hatiye kirin derket holê û her 5 kes 15 roj şûnde ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.   Di îdianameya der barê 5 kesên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tên girtin de îdiaya "sûîqestê" ya wekî hinceta binçavkirinê hatibû pêşkêşkirin tune ye, lê gelek bûyerên ku di dîrokên cuda de li bajêr qewimîn, di îdianameyê de cih girtin. Li ser îfadeyên ku di bin îşkenceyê de hatin girtin, dadgehê bi hinceta "Xerabkirina yekîtî û yekitiya dewletê" û "kuştina biplan" 3 caran cezayê muebeda giran li birayên hev Fevzî û Mehmet Kasim Arslan û Khlek Khlel birî. Li birayên Omer û Mehmet Haşim re bi hincetên "Bê destûr peydakirina madeyên xeternak", "teşebusa kuştina biplan", "zirara li malê cemaweriyê û stendina çek û fîşekên bêruxset" 28 sal cezayê girtîgehê hat birîn.    Heyeta 1Dadgeha Edliyeya Herêmî ya 18'emîn a Dîlokê di 19'ê Sibata 2020'î de biryar qebûl kir. Dadgeha Bilind jî di 17'ê Çileya 2024'an de biryarê pejirand. Parêzeran piştre serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Dosye hê li Dadgeha Destûra Bingehîn e, lê her 5 kes di hucreya yekkesî de ne.    HATIN SIRGÛNKIRIN   Birayên Arslan û xizmên wan Khlel Khlel yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî hatin girtin jî mexdûriyeta wan dewam kir. Beriya 5 kesên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê girtî Mehmet Kasim Arslan di 17’ê Kanûna 2020’î de sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Amedê hat kirin. Paşê xizmê wan Khlel Khlel di 29’ê Tebaxa 2021’ê de sewqî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê kirin. Birayên hev Fevzî, Omer û Mehmet Haşîm di Hezîrana 2024’an de şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa Y a Suluca Edeneyê. Malbata ku li 3 bajarên cuda girtiyên wê hene, ji bo hevdîtinê zehmetiyan dikişîne.   NIKARE BIÇE CEM ZAROKÊN XWE   Mehmet Arslan (84) diyar kir ku zarok û biraziyên wî bi komployan hatine girtin û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin bi zarok û biraziyên xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: "Tiştek û delîleke tune bû, bi îşkenceyê hatin girtin. Em mexdûr in."   Mehmet Arslan diyar kir ku kurê wî Fevzî Arslan ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji ber îşkenceya li hatiye kirin çûye nexweşxaneyê û li wir hatiye binçav kirin û got ku ji ber îşkenceyê "mejiyê wî dihele". Arslan destnîşan kir ku kurê wî nayê dermankirin.    'BILA WAN BERDIN EM Ê WAN DERMAN BIKIN'   Mehmet Arslan diyar kir ku kurê wî Fevzî Arslan ê ku bijîşkan jê re gotiye ancax 2 salan bijî tevî hemû bangawaziyan jî nehatiye berdan û kurê wî Omer Arslan jî bi nexweşîneke nayê zanîn ketiye û nayê dermankirin. Arslan bilêv kir ku di hevdîtina dawî de kurê wî gotiye êdî ji ber nexweşînê nikare deyax bike û got: "Belkî jî nîşaneyên pençeşêrê bin. Bila wan berdin em ê wan derman bikin."    'EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Mehmet Araslan anî ziman ku her du kurên wî ji ber îşkenceya ku li wan hatiye kirin gelekî nexweş ketine û jiyana wan di xetereyê de ye. Arslan got: "Ez nikarim biçim zarokên xwe bibînim. Zarokên wan hene û nikarim debara wan bikim. Em edaletê dixwazin."    Mehmet Arslan bang li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parlamenteran kir ku biçin girtîgehê û pirsgirêkên girtiyan di cih de tespît bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bikevin nava liv û tevgerê.   MA / Emrûllah Acar