'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin' 2025-01-03 09:03:57 STENBOL - Parêzerê OHD'î Omer Taş ê ku xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û biryara mafê hêviyê bi cih bê got: "Eger hêviya aştiyê hebe divê di vê demê de gavên zelal bên avêtin." Bi gengeşeyên dawî yên li ser pirsgirêka kurd re, dîsa nîqaş li ser wê yekê ku Tirkiye biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî binpêkirina mafê hêviyê yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi cih bîne, dest pê kir. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Omer Taş xwest biryara ku ji bo Tirkiye gav bavêje ket rojeva Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê bê pêkanîn û xwest li Îmraliyê hiqûqêbê bicihanîn.    'PÊŞÎ DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Taş bal kişand ser gengeşeyên dawî û got: "Eger tê xwestin pêvajoyek bê destpêkirin, divê pêşî tecrîd bê rakirin û Destûra Bingehîn li Îmraliyê bê sepandin. Dewletê jixwe bi devê xwe qebûl kir ku li Îmraliyê hiqûq tune ye."     'GER HÊVIYA AŞTIYÊ HEBE DIVÊ GAVÊN ZELAL BÊN AVÊTIN'    Taş diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got: "Dadger û dozgerên ku biryara tecrîdê nedane jî di nava tecrîdê de ne. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir, li tevahiya welêt belav bû. Divê êdî dewlet di vî warî de bi awayekî cidî xwe rexne bike. Divê her kes tecrîda li Îmraliyê qebûl bike. Divê birêz Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ger hêviyeke aştiyê hebe divê di vî warîd e gavên zelal bên avêtin."    Taş anî ziman ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de "bêyî îmkana serbestberdana bi şertê girtîgehkirina hetahetayê" wekî îşkence û muameleya xerab tê pênasekirin û ev rewş wekî "binpêkirina mafê hêviyê" tê binavkirin û wiha got: "Mafê hêviyê, di heman demê de mafekî mutleq e. Lewma nabe cihê bazariyê."   Taş diyar kir ku li Tirkiyeyê di pêkanîna hiqûqê de nêzîkatiyeke dualî heye û got ku cezayê hetahetayê ji bo hikumxwarêne dlî bisnîor e û dema înfazê jî bi demekê sînordarkirî ye. Taş destnîşan kir ku lê girtiyekî siyasî yê cezayê muebeda giran lê hatiye birîn nayê berdan, lê yên din tên berdan. Taş bilêv kir ku Tirkiye di warê mafê mirovan de ne xwedî profîleke baş e.    'DIVÊ HER KES BI BERPRISIYARÎ TEVBIGERE'   Taş bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û gengeşeyên ku didomin û got: "Divê tu carî ji gotina rast netirsin. Lewma divê her kes bi berprisiyarî tevbigere û deng derxîne."   MA / Ferhat Sezgîn