DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da 2024-12-22 15:05:01   ENQERE - Ji ber daxuyaniyên têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatine dayin, derheqê gelek kes û saziyan de lêpirsîn hatin destpêkirin. DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da û got: “Îktîdar ji bo veşartina sûcên xwe rojnamegeran hedef digire.”    Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Gelek derdoran jî bi daxuyaniyan ev komkujî şermezar kirin û bertek nîşan dan. Ji ber van parvekirinan, derheqê rojnameger û saziyan de lêpirsîn hatin vekirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî van lêpirsînan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşan da.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Îktîdar li şûna ku di vê mijarê de daxuyaniyê bide, ji bo veşartina sûcê xwe rojnamegeran hedef digire, bi rêya daraza ku weke ço bi kar tîne re rojnamegerên rojnameger parastî binçav dike, derheqê wan de lêpirsînan dide destpêkirin. Ev jî bes nake ku derheqê Baroya Stenbolê ya li dijî van bêhiqûqiyan daxuyanî dayî de lêpirsîn da destpêkirin.    EM ÎKTÎDARÊ HIŞYAR DIKIN: DAXUYANIYÊ BIDIN    Em îktîdarê hişyar dikin û dubare dikin; rojnameger bi zanebûn û weke hedef hatin diyarkirin û qetilkirin. Tavilê derheqê vê mijarê de daxuyaniyê bidin. Banga me ji bo muxalefeta civakî û siyasî û tevahiya raya giştî ya hestiyar ew e ku li dijî van neheqiyan, bêhiqûqtiyan, binpêkirinên mafên mirovan û polîtîkayên êrişkar ên derve dengê xwe derxînin û bertek nîşan bidin.”