Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin 2024-12-22 14:46:06   MÊRDÎN - Jinan bi meşekê şîna rojnameger Cîhan Bîlgîn a bi SÎHA’yên dewleta tirk hatibû qetilkirin, ziyaret kirin. Jinên ku guh nedan astengkirinên polîsan, ji malbatê re sersaxî xwestin.    Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin. Serdanên girseyî yên ji bo şîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn didomin.    Jinên ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin gel hev, ber bi cihê şîna rojnameger Cîhan Bîlgîn ve meşek li dar xistin û şîn bi girseyî ziyaret kirin. Jinên ku li Taxa Cumhuriyetê hatin gel hev, ber bi Mala Şînê ya Haci Îsa Arslan ve meş li dar xistin. Di meşê de wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hatin hilgirtin û li dijî hewldanên astengkirinê yên polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşmên “Nazim, Cîhan rûmeta me ne”, “Şehîd namirin”, “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike” û “Çapemeniya Azad rûmeta me ye” berz kirin. Biryardariya jinan kir ku dorpêç were rakirin û jinên milên xwe dane hev, meşa xwe domandin. Di vê navberê de polîsekî gotinên zayendperest li dijî nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger kir.    Jin, li pêşiya mala şînê ji hêla endamên malbata Cîhan Bîlgîn û xizmên wê ve bi dirûşma “Şehîd namirin” hatin pêşwazîkirin.    'DÊ TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ BIDOME’   Piştî sersaxiyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Em, şopdarên Nagihanan, Apê Mûsayan e. Em ê her li ser şopa wan bin. Tirkiye li her derê êrişî gelê Kurd dike. Polîtîkayên tecrîdê jî tê wateya israra di şer de. Têkoşîna heqîqetê dê her tim bidome. Yên çareseriyê dixwazin, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin. Heke hûn jidil bin, wê demê bi gotinên xwe bikin.”   ‘BIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD’   Rojnameger Oznûr Deger jî li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) axivî, rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr xist û wiha got: “Têkoşîna Nazim û Cîhanê dê têkoşîna me xurtir bike. Bijî Çapemeniya Azad.”    'BILA TECRÎD WERE RAKIRIN’   Berdevka TJA’yê Gulistan Sarili jî ev tişt anî ziman: “Em aştî û demokrasiyê dixwazin. Aştî, rêya herî girîng a pêşîlêgirtina mirina ye. Em lewma ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin û dixwazin bila tecrîd were rakirin.”    Herî dawî jî aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oncu axivî û wiha got: “Kesek nikare pênûsa heqîetê bêdeng bike.” Hatîce Oncu, sersaxî ji malbatê xwest.