Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye 2024-12-22 11:02:42 ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê rê nedin DAIŞ û yên mîna wê dîsa bên zindîkirin û sûcên wan bên rewakirin û wiha got: “Parastina şoreşa jinê ya Rojava, parastina aştî, azadî, wekhevî û jiyanê ye.” Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê civiya. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû beriya civînê axivî.      Halîde Turkoglû, ji ewil rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Cîhan û Nazim ne tenê ji ber ku heqîqet bi me re parve dikirin lewma, ji ber ku polîtîkayên şerê taybet ên li Rojava teşhîr dikirin lewma hatin qetilkirin. Dê pênûsa Cîhan û Nazim ên bi kamera û pênûsên xwe şahidiya jinên rojavayî, berxwedana gelkirin li erdê nemîne.”    ‘BILA ÎKTÎDAR DAXUYANIYÊ BIDE’    Halîde Turkoglû, diyar kir ku ew li bendê ne ku îktîdar têkildarî qetilkirina rojnamegeran daxuyaniyê bide û wiha pê de çû: “Em vê êrişa li dijî rojnamegerên di rêya heqîqetê de lanet dikin û dibêjin ‘Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin.’ Em endamên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê yên li Minbicê ji hêla çeteyên SMO’yê yên girêdayî Tirkiyeyê jî bi bîr tînin. Em ê her tim bi jinên li Sûriyeyê dijîn û têkoşîna wan re bin. Em ê destûrê nedin çete, şoreşa jinê ya Rojava di nava tarîtiyê de bifetisînin.”    ‘EM Ê JIYANA AZADÎXWAZIYA JINÊ BIPARÊZIN’    Halîde Turkoglû, wiha domand: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em her tim li dijî polîtîkayên şer ên îktîdarên mêrserdest ên kapîtalîst derketin, me li ber xwe da û piştevanî mezin kir. Bila gumana kesekî jê nebe ku em îro jî bi heman bîr û baweriyê dê xwedî li jiyana azadîxwaziya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin derkevin.    EM Ê NEHÊLIN ÇETE DÎSA BÊN ZINDÎKIRIN    Têkoşîna ji bo bidawîkirina êriş û gefên ser Rojava, rojeva me ya sereke ye. Ji ber ku em baş dizanin ku ev îktîdar van êrişên ser Rojava ji ber dijminatiya li Kurdan dike. Êrişeke li dijî destkeftiyên jina ye. Siyaseta xwe ya navxweyî û derve li ser bingeha vê dijminatiyê ava kiriye. Bila îktîdara siyasî baş bizane ku em ê destûrê nedin ku van êrişan rewa bike. Em ê destûrê nedin ku çeteyên DAIŞ’ê û yên mîna wê ku li Şengal, Kobanê, Rojava komkujiyên jinan kirin, jin kirin kole û li bazaran firotin û sûcên wan bên rewakirin. Em, îktîdara ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke gefekê dibîne û bi destê çeteyên xwe êrişî jiyana azad û wekhev dike hişyar dikin; dibe ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo modêla we ya rêveberiyê ya yekperest, zayendperest, milîtarîst gef be lê ji bo me jinên jiyaneke azad û wekhev diparêzin gef nîne.    Jiyana ku jinan, Kurdan, Ereban, Ermenan, Çerkezan, Tirkmenan û baweriyên cuda li wir ava kirin çawa dibe gef? Ev 10 sal in kengî êrişî welat kirine? Em îktîdarê hişyar dikin; xwedîkirina DAIŞ’ê û bermayên wê xwedîkirina yekperestî, zayendperestî û dijminatiya jinan e. Bendewariya we ya ji van çeteyan, welat ber bi karesatê ve dibe. Siyaseta ku dê vî welatî ser pêyan bigire ne siyaseta li ser dijminatiya gelê Kurd û jina ye, siyaseta aştiyê ye.    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Rêya avakirina aştiyeke birûmet, rakirina tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan e. Esasgirtina çareseriya pirsgirêka Kurd û vekirina deriyê pêkvejiyanê ye. Vekirina rêya aştiya birûmet, vekirina pêşiya têkoşîn azadî û wekheviyê ya jina ye. Tundî û xizaniya li ser jinan ne bi siyaseta şer lê bi siyaseta aştiyeke birûmet dikare çareser bibe. Siyaseta îktîdara siyasî ya 22 salan ku tecrîd veguherandiye rejîmekê, îflas kiriye.    KOMKUJIYÊN JINAN   Biryarên daraza mêr, dibin sedema jiyana jinan. Doza Ayşe Înceyol a salek berê li gundê Azakli yê Têlî yê Mûşê hatibû qetilkirin, nîşaneya vê ya herî pêşçav e. Ayşe, salek berê li naverasta kolanê hate revandin û destdirêjî lê hate kirin. Tevî îfadeyên wê, yên şahidan û rapora tipa edlî jî faîlê tecawizê Cîhan Erol hate berdan. Vî faîlî piştre komkujî pêk anî. Ayşe, bav û kekê wê qetil kir û dayika wê birîndar kir. Kurteya pergala edaletê ya vî welatî, qetilkirina Ayşeyê ye. Ev îktîdara ku bi polîtîkayên necezakirinê cisaretê dide faîlan, bi biryar3en xwe tundiya li dijî jinan rewa dike.    DI 11 MEHAN DE 399 JIN HATIN QETILKIRIN   Heke Peymana Stenbolê îro di meriyetê de bûya, dê di 11 mehan de 399 jin nehatine qetilkirin. Yên ku ji bo pêşîlêgirtina van cînayetan qanûnên pêwîst dernexistin û daraz berpirsyarên van cînayetan e. Yên xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin û jin bê parastin hiştin berpirsyarên van cînayetan e....  Em ê destûrê nedin rewakirina cînayetên jinan. Em ê ji her demê bêhtir xwedî li maf û jiyana xwe derkevin.    SALEKE TIJE TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN    Jinên hêja; li dijî êrişên îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî maf û desteftiyên me, em di tevahiya salê de li kolanan bûn, em têkoşiyan û me li ber xwe da. Me got; ‘Her dem berxwedan, her dem azadî’ û me qadên 8’ê Adarê tije kirin. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ne bi paradîgmaya xwe ya rêveberiyên herêmî yên azadîxwaziya jinê bi vê îktîdarê da windakirin. Bi parastina destkeftiyên xwe em prgala xwe ya azadîxwaziya jinê ava dikin. Di çarçoveya kampanyaya ‘Em ji bo jiyaneke azad û wekhev biisrar in-xwe birêxistin dikin’ de em bi rêxistinên jinan re hatin gel hev. Li nav zeviyan, li atolyeyên tekstîlê û hwd. em li dijî kedxwariyê bi jinan re hatin gel hev. Li dijî xizanî, bêkarî û kedxwariya li dijî jinê me li her derê têkoşîna xwe mezin kir. Li dijî qeyûmên îradeya jinan xesp kirin, em li dora paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê civiyan û me bi berxwedana xwe nîşan da ku dev ji destkeftiyên xwe bernadin. Di 25’ê Mijdarê de me got ‘Em ji bo jiyaneke azad û wekhev biisrar in-li dijî tundiya mêrdewletê serî hil didin-li gel hev in’ û daketin qadan. Me got ku em li dijî siyaseta şer a îktîdara mêr serdest in û me careke din ji hemû cîhanê re ragihand. Niha jî ji bo aştiyeke birûmet, em li cem jinên pêşengtiya çalakiya nobetê ya ser sînor in.    Roj roja mezinkirina piştevaniya bi jinên rojavayî re ye. Roj roja mezinkirina têkoşîna li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Parastina şoreşa jinê ya Rojava parastina aştiyê ye. Parastina azadî û wekheviyê ye. Parastina jiyan û xwezayê ye. Parastina pêkvejiyanê ye. Banga me ji bo hemû rêxistinên jina ye; wer in em bi hev re li dijî siyaseta şer derkevin, ji bo avakirina aştiya bi pêşengtiya jinan vê têkoşînê mezin bikin. Li dijî êrişên ser jiyana nû ya bi pêşengtiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, em li dora felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ hev bigirin û piştevaniya bi jinên rojavayî re mezin bikin. Gumana nîne ku bi vê bawerî û biryardariyê dê sala 2025’an ji bo me bibe sala avakirina aştiyeke birûmet.”