ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN 2024-12-22 09:00:03   * Me sala ku sermayedaran daristan û qadên çandiniyê, darên zeytûnan, baxçeyên çay û nokan îstismar kirin, li dû xwe hişt. Ligel guherîna avhewayê germahî zêde bû û gelek bûyerên xwezayî yên tund qewimîn.   * Evîn Kara ku 34 salan li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke bênavber da û di şoreşa jinê de cihê xwe girt. Xwarziya Evîn Kara, Suna Kara wiha got: “Tenê bihosteke xaka Kurdistanê nemaye ku şopa heval Evînê li ser nebe. Evîna me kuştin lê bi hezaran Evîn li Kurdistanê şîn bûn."   * Rojnamegeran diyar kirin ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi zanebûn hatine hedefgirtin û wiha gotin: “Divê derheqê êrişê de lêpirsîn were destpêkirin, berpirsyar bên diyarkirin û bên cezakirin.”    * Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê li navenda giştî bicive. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû dê beriya civînê biaxive. (11.00) ZINDÎ   * Şîna rojnameger Cîhan Bîlgîn ku hatibû qetilkirin, dê bi serdanan bidome. (11.00-17.00)   * Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin dê di roja 10’emîn de bidome. (12.00-16.00) ZINDÎ   * Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê, Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) dê têkildarî şerê li Sûriyeyê li pêşiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bidin. (14.00)