Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî 2024-12-21 16:37:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Sûriyê bi dekrarasyonekê daxwazên jinan ên ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, dadperwer û azad aşkera kir û xwest ku di qada navnetewyî de bihîstyariyek bê nîşandan. Meclisa Jinên Sûriyê, derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de deklerasyonek da. Deklarasyon li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê ya Kantona Cizîre bi amadebûna endamên Meclîsa Jinên Sûriyê hat dayîn. Deklarasyon ji aliyê Koordînasyona Giştî a Meclisa Jin a Sûriyê Suhêr Senûh ve hate xwendin.   Meclisê çavdêrî û fikarên xwe yên piştî hilweşîna rejîma Esad, aşkera kir û daxwazên jinan anîn ziman. Meclisê bi bîr xist ku jinên li Sûriyeyê salên dirêj di bin zexta nîjadperestî û polîtîkayên tekperestî yên rejîma BAAS’ê yên ku îradeya jinan tune dihesibandin de jiyaye. Meclisê destnîşan kir ku gelên Sûriyê di sala 2011’an de li dijî rejîma otorîter serî hildaye, di van 13 salên dawî de bi şer, koçberî, dagirkerî û zilma DAIŞ’ê re rû bi rû maye.   Meclisê di deklarasyonê de wiha got: “Di vê pêvajoyê de herî zêde jinan êş kişand. Me hem li hemberî rejîma BAAS’ê, hem jî li hemberî DAIŞ’ê, li hemberî her cureyê zilmê û hewldanên kolekirinê, li ber xwe da. Me bedêlên giran dan, lê me hêviya xwe ya ji jiyana li Sûriyeyek demokratîk û azad, wenda nekir. Me wek jinên Sûriyê yên ji hemû pêkhateyên etnîkî, çandî û baweriyan, Meclîsa Jinên Sûriyê ava kir. Armanca me, avakirina pêşerojeke azad a ji bo hemû gelên Sûriyê bû. Em biryardarî û vîna xwe teqez dikin ku em dikarin ji her demê zêdetir di pêvajoya niha de rolekî aktîf a pêşengiyê bigirin ser xwe.”   PERGALEKE NÛ   Meclisa Jinan destnîşan kir ku piştî rejîma BAASê hilweşiyaye, li Sûriyê ji bo avakirina pergalek nû xebat tên meşandin û wiha berdewam kir: “Lê pêwîst e ku di vê pêvajoyê de îradeya jinan li ber çav were girtin û beşdariya jinan bi awayekî wekhev û adil were temsîlkirin. Ji ber ku jin ji nîvê zêdetir civaka Sûriyê ne. Avakirina welatekî demokratîk, dadperwer û bi ewle yê em bi hesreta wî ne, tenê bi beşdarbûna wekhev û hevbeşbûna jinan û hemû pêkhateyên cihêreng ên bawerî, çand û etnîkî yên Sûriyê dikare pêk were.”   DESTKEFTIYÊN JINAN   Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku di van 13 salan de jinên têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirine û destkeftiyên girîng bidest xistine. Meclisê da zanîn ku di siyasetê de, di aboriyê de, di xwe parastinê de, di edaletê de û di gelek qadên din de ezmûnên girîng bi dest xistine û wiha pê de çû: “Dem hatiye ku hemû jinên Sûriyê ji van destkeftiyên jinan sûd werbigirin. Ji ber van destkeftiyan bi  fedekarî û bedêlên mezin çêbûn, parastina wan gelekî girîng e. Yek ji şertê herî girîng ê rewabûna sîstema nû ya li Sûriyê were avakirin di asta herêmî û navneteweyî de wê misoger bike, rola jinan a di avakirin û pergala nû ya Sûriyê de ye.”   SÛCÊN LI HEMBERÎ JINAN DIDOMIN   Meclîsa Jinan anî ziman ku hêjayî gotinê ye ku rûxandina rêjîma Esed bûyereke erênî bûye û fikarên ji bo pêşerojê wiha rêz kirin: “Lê mixabin li Idlibê, Efrîn, Cerablûs, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê sûcên li dijî jinan, wek revandin, kuştin û bêparkirina jinan ji mafên bingehîn û azadiyê bi dawî nebûn. Li van cihan û niha jî li Minbicê hin komên çekdar bi piştevaniya Tirkiyê sûcên xwe û dagirkeriya xwe hê jî didomînin.Van rojên ku em hilweşîna rejîma BAAS’ê pîroz dikin, em dibînin ku kiryarên tundî li dijî jinan û komên bawerî û çandî bi taybetî li dijî Xiristiyan, Elewî û Durziyan li herêmên başûr û sahil (herêma peravê Surî) zêde bûne. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surî û serjêkirina jinan wekî li Til Rifatê ji aliyê komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyê ve, berdewam dikin.”   BIRYARA JI BO SIBEROJA SÛRIYEYÊ   Meclisa Jinan da zanîn ku ji ber vê yekê ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan û bidawîkirina tirs û metirsiyên ku gel pê re rû bi rû ne, bang li hemû hêzên siyasî yên li Sûriyê dikin ku ji bo pêkanîna van gavan bixebitin:   “*Divê Sûrî biryara pêşeroja Sûriyê bidin.   * Pabendbûna bi peymanên aştiyê û bidawîkirina şer û pevçûnên li herêma me didomînin; girtina qada asmanî ya Sûriyê ji tevgerandinên leşkerî re; rawestandina hemû êrîşan li ser xaka Sûriyê û vekişandina hemû artêşên dagirker.   * Demildest serbestberdana hemû jinên ku hîna di girtîgehên komên çekdar de li Idlibê, Efrîn, Cerablûs, Bab, Girêspî û Serêkaniyê dîl tên girtin.   * Avakirina komîteyek bi tevlîbûna bandordar a jinan ji bo misogerkirina vegera ewle ya koçberên Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya axa Sûriyê.   * Misogeriya beşdarbûna jinan û rêxistinên jinan ji hemû herêmên Sûriyê, bi nûneratiyeke adilane, di avakirina Sûriyeke demokratîk û di Komîteya Destûrî ya nû de.   * Pêkanîna Biryara 1325 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY); girtina tedbîrên ji bo misogerkirina beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de; li pêşiya pevçûnan û tundiya li ser jinan di dema pevçûnan de û piştî pevçûnan girtin; cihgirtina bi bandor a jinan di pêvajoyên biryargirtinê, pêkanîn û hesab xwestinê de.   * Sazkirina komîteyên heqîqet û edaletê, lêkolînkirin û darizandina hemû tevahî sûcên şer, sûcên li hemberî jinan û mafên mirovan.   * Misogerkirina beşdariya wekhev û azad a jinan di hemû mekanîzmayên biryardayînê, di qadên siyasî, perwerde, zanist û aborî de.   * Naskirina qanûnî ya mafê xweparastina jinan.   * Tam pêkanîn û misogeriya a mafên mirovan ku di peymanên navneteweyî yên wekî CEDAW’ê (Peymana Rakirina Hemû Cureyên Cûdahiya Li Dijî Jinan) de hatine destnîşankirin.   * Misogerkirina mafên bingehîn û civakî yên jinan. Avakirina komîteyek ji bo diyarkirina îradeya jinan li ser esasê nûnertiya wekhev di saziyên siyasî û giştî de.   * Sazkirina komîteyên edaletê ji bo zarokên ku di vê pêvajoyê de ji aliyê derûnî û fizîkî ve di nava şer û şîdetê de zirar dîtine.   * Avakirina komîteyeke jîngehparêziyê ji bo lêkolînkirina sûcên wêran û hilweşandina jîngehê, darizandina sûcdaran û wergirtina tedbîrên pêwîst.”