Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn 2024-11-28 10:23:33 AMED - Tahir Elçî li pêşiya Mînareya Çarling ku 9 sal berê li wir hatibû qetilkirin, hate bibîranîn.  Di bîranînê de hat gotin ku faîlên Elçî hêj jî nehatine girtin.  Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Elçî re 9 sal derbas bûn. Elçî, di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Parêzer û welatiyên ku li pêşiya Edliyeya Amedê hatin gel hev, ber bi Mînareya Çarling ve meş li dar xistin.    Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, serokên baroyan, parlamenter, hevşaredar û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Tahir Elçî nemir e” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.    Li pêşiya Mînareya Çarling bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de li strana Ahmet Kaya ya “Diyarbakir Turkusu” û axaftina Elçî ya beriya were qetilkirin hate guhdarîkirin.    'BAWERIYA BI EDALETÊ KÊM BÛ’   Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bal kişand ser bêhiqûqiyên di doza Tahir Elçî de. Guleç, bi bîr xist ku daxwazên wan ên ji bo keşfê hatine redkirin û wiha got: “Rastiyên têkildarî sûîqestê, li cihên tarî yên serdestan tên veşartin. Hat dîtin ku gotina wezîran a ‘faîl dê bên dîtin’ tenê xapandin e. Sûîqesta li dijî Tahir Elçî bingeha destpêka serdemeke tarî amade kir, ji wê rojê heta niha serdestiya hiqûqê hatiye binpêkirin û baweriya gel a bi edaletê nema ye. Krîza siyasî ji wê rojê heta niha kûrtir bûye.”    Bi domdarî Guleç bi lêv kir ku Tahir Elçî ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hewl daye û ev tişt anî ziman: “Serokê me Tahir di vê mijarê de nêrînên xwe bi awayekî azad parve kir û em xwedî li helwesta wî derdikevin. Ji bo ronîkirina sûîqesta li dijî Tahir Elçî bi qasî ji destê me tê em ê têbikoşin. Em, serokê xwe yê nemir careke din bi rêz û bi minet bi bîr tînin.”    ‘WEK KESÊN JI AŞTIYÊ BIBAWER EM HATIN’    Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî jî wiha got: “Weke kesên rastî zilmê hatin, yên ji bo kesên din jî hizûrê dixwazin, yên ji hêza hiqûqê bibawer, yên xeyala welatekî xwişk-biratî dikin, ji bo mafê xwe yê jiyan û edaletê em li vir in. Ji bo vegotina pîroziya mafê jiyanê û weke kesên ji aştiyê bi bawer em hatin vê derê. Her sal em ê hîn bêhtir bawer bikin û bên. Weke Kurd, Tirk, Laz û Çerkesan em bê bên. Ne 9 sal, çiqas dem derbas dibe bila bibe em ê her bên vê derê. Em ê li cem mazluman cih bigirin û li dijî zilma zaliman jî her bisekinin.”    SAGKAN BERTEK NÎŞANÎ NECEZAKIRINÊ DA   Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî ev tişt anî ziman: “Em ji rastiya 9 sal berê bêpar hatin hiştin. Ev 9 sal in em ne ji bo bîranînê, ji bo domandina vê têkoşînê li vir dicivin. Em qala têkoşîna Tahir Elçî heta niha daye dikin, em qala têkoşîna wî ya li dijî necezakirinê dikin. Em ê qala têkoşîna wî ya çandê ya li vê derê, li ber Mînareya Çarling dayî bikin. Hevjîna wî, zarokên wî bifikirin, ma mafê wan ê zanînê nîne? Ev 10 sal in ji zarokên wî tê veşartin bê ka bavê wan çawa hatiye windakirin. Ya ku em jê şerm dikin ev e. Ez soz didim; belkî 19 sal, belkî 29 sal belkî jî 99 sal piştre dîsa dê ev kolan bi hezaran parêzeran tije bibe. Ew ê bizanin ka çi bûye û dê ji bo bîranîna Tahir Elçî bên vê derê.”    Di bîranînê de herî dawî beşdaran qurnefîl danîn ber Mînareya Çarling.