ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN 2024-11-25 09:00:15 * Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr diyar kir ku TUHAY-DER’ê li dijî cezakirina kesên pereyan ji girtîgehan re dişînin kampanyaya şandina pereyan daye destpêkirin û bang li her kesî kir ku tev li kampanyayê bibin.  * Levent Tuzel bal kişand ser girîngiya avakirina eniya demokratîk a li dijî îktîdarê û got: “Îktîdar li rexekî qala bidawîkirina şer û li rexa din jî qeyûman tayîn dike. Armanca ji vê ew e ku muxataban qels bike û şertên xwe lê ferz bike.”    * Heft şaredariyên DEM Partiyî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî 9 saziyên jinan vekirin.    * Geşedanên têkildarî şaredariyan dê bên şopandin. (10.00-20.00)    * Şaxa ÎHD’a Amedê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî jinan eşkere bike. (11.00)   * Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî dê li Amed, Colemêrg, Stenbol, Wan, Enqere, Şirnex, Dêrsim, Mêrsîn, Edene, Îzmîr, Erzirom, Mûş, Bedlîs, Agirî, Riha, Êlih, Sêrt û Wanê çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (13.00-20.00) ZINDÎ   * OHD dê têkildarî binpêkirinên di dema protestokirina qeyûman de hatine kirin, li avahiya xwe ya Amedê daxuyaniyê bide. (15.00)