Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin 2024-11-25 08:38:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku bi şertê hefsa malê hate berdan, wiha got: “Axaftina min a weke sûc nîşan dayin heqîqet e û em ê dev ji bilêvkirina wê heqîqetê bernedin.”    Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ku wezîfeya wê hate desteserkirin û biryara binçavkirina wê hate dayin, bi daxwaza girtinê ji aliyê dozgeriyê ve radestî dadgehê hate kirin. Dadgehê jî bi biryara ragirtina li malê Bîrsen Orhan berda.   Bîrsen Orhan piştre li pêşiya edliyeyê bi girseya gel derbasî avahiya DEM Partiyê ya Dersimê bû û daxuyaniyek da çapemeniyê.   Bîrsen Orhan anî ziman ku axaftina wê ya ku weke sûc hatiye nîşandan heqîqeteke û wê ti carî dest ji bilêvkirina wê heqîqetê bernede. Bîrsen Orhan got, "Belê di sala 1938'an de travmayek bi serê vî gelî de anîn. Îro jî ev gel di nava travmayê de ye. Çawa ku di sala 1938'an de mirovên me ji cih û warê xwe hatin kirin, mirovên me li qada xwe ya bawerî û çandê hatin qirkirin, îro jî heman tişt tê kirin. Kes nikare vê înkar bike. Piştî qeyûmên sala 2016'an bi dehan hevalên me ji karê xwe hatin dûrxistin. Piraniya wan jî neçar man ji welêt koç bikin. Em dixwazin destnîşan bikin; yek ji qadên ku ev sîstem êrîşê dibe ser, sîstema hevserokatiyê ye. Qeyûm êrîşî destketiyên jinan dike."