Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn 2024-11-21 19:01:39   MÊRDÎN – Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ku li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.   Li navçeya Qoser a Mêrdînê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz êji aliyê polîsan ve li ber deriyê mala xwe hatin gulebarankirin û qetilkirin. Kaymaz û bavê xwe di 20'emîn salvegera mirina xwe de bi merasîmekê hatin bibîranîn. Tevî malbata Kaymaz, MEBYA-DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qoserê beşdarî merasîma bîranînê ya li goristanê hat lidarxistin bûn. Di merasîma bîranînê de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî danîna gulan a li ser gorên Ûgûr Kaymaz û bavê wî, axaftin hatin kirin.    ‘EM Ê ŞOPDARÊ WAN BIN'   Destpêkê Hevserokê MEBYA-DER'ê Salîh Kuday axivî. Kuday bi bîr xist ku Ûgûr Kaymaz roja piştî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bi 13 guleyan hat qetilkirin û navên zarokên hatin qetilkirin rêz kir û ev komkujî şermezar kir. Kuday anî ziman ku car heye bi çekan û car heye jî bi wesayîtên zirxî tên qetilkirin û got ku heta ku berpirsyar bên darizandin dê dozên zarokên hatine qetilkirin bişopînin.   ‘JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET'   Pişt re Endamê Şaxa Lijneya Rêveber a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Mêrdînê Umît Bozdag mafê axaftinê girt û diyar kir ku rewşa şer a li Kurdistanê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Bozdag destnîşan kir ku der barê cînayetên zarokan de polîtîkaya bêcezakirinê tê meşandin û navên zarokên hatine qetilkirin rêz kir. Bozdag got ku ji bo aştiyeke birûmet ew çi ji destê wan bê wê bikin.   Pişt re Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin axivî û diyar kir ku kesên dixwazin rûyê rast ê mafên zarokan li Tirkiyeyê bibînin, dikarin li kêlikên gora Ûgûr Kaymaz binêrin û got ku kesên Ûgûr Kaymaz û bavê wî kuştin, 20 sal in nehatine cezakirin. Bêrîtan Guneş Altin anî ziman ku kurdan ji bo Ûgûr û zarokên wekî wî dest ji têkoşîna xwe bernedane û got: “Komara Tirkiyeyê li pêşberî hemû cîhanê careke din diyar kir ku ew zarokên kurdan wekî zarokan nabînin. Em wekî Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê bi gelê xwe yê welatparêz re careke din hemû zarokan bi bîr tînin."   Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.