‘Çareserî ne li derve li hundir e’ 2024-11-19 15:33:58 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Li gorî me çareserî ne li derve lê li Enqereyê, li Meclisê ye.”  Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî civîna koma jinan a partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa têkildarî gotinên Bahçelî yên derheqê PKK’ê, Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Me bersiva xwe gavek berê da. Li gorî me divê çareserî li Tirkiyeyê be. Divê muzakere li Meclisê bin. Weke DEM Partiyê, ji bo çareseriyeke demokratîk û birûmet em amade ne ku destê xwe deynin bin kevir. Li gorî me çareserî ne li derve lê li Enqereyê ye, li Meclisê ye.”    ‘JI BAHÇELÎ BIPIRSIN’   Ji bo pirsa “Îmrali kete dewrê lê ji Qendîlê bersiv nehat girtin?” jî Tulay Hatîmogûllari ev bersiv da: “Em vê nizanin. Herin vê pirsê ji Bahçelî bikin.”