Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e 2024-11-19 11:35:04 AMED - Ji bo ji xizmên girtiyan Aklîme Hanas a di qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bûbû, bi lezgînî pêdivî bi xwîna B Rh- heye.  Ji xizmên girtiyan Aklîme Hanas dema ji Amedê diçû navçeya Liceyê, di rê de qeza kir û bi giranî birîndar bû. Dayika Aklîmeyê niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê tedawîkirin. Piştî emeliyeta ewil, tedawiya wê li beşa lênihêrîna awarte didome. Hat zanîn ku ji bo emeliyata duyemîn bi lezgînî pêdivî bi xwîna B Rh- heye.    Yên ku dixwazin xwînê bidin dikarin li ser hejmara telefonê ya 0534 329 71 24 xwe bigihînin xizmên dayika Aklîmeyê.