Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan? 2024-11-17 12:13:51 ENQERE - Tê gotin ku Seroka Giştî ya Partiya Îyiyê ya berê Meral Akşener piştî guherîna di qebîneyê de dê bibe cîgira Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan.  Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Seroka Giştî ya Partiya Îyiyê ya berê Meral Akşener di 6’ê hezîranê de li Kulliyeyê hevdîtineke surprîz kirin. Hevdîtin 40 deqeyan dom kir û têkildarî naverokê tu agahî nehatin dayin. Piştî vê hevdîtinê, gelek îdia hatin kirin.    Hat îdiakirin ku di hevdîtinê de Akşener xwestiye ku kurê wê Fatîh Akşener weke Sefîrê Parîsê were tayînkirin. Di heman demê de hat îdiakirin ku Cîgirtiya Serokkomar ji bo Akşener hatiye pêşniyarkirin. Akşener, di demên piştre de ev îdiaye nederewand. Parlamenterê Partiya Îyiyê yê Stenbolê Burak Akburak ku nêzî Akşener e, got ku heke pêşniyareke wiha hatibe kirin dikare were nirxandin.    ÎDIA DÎSA BÛ ROJEV   Îdiaya ku Akşener dê bibe cîgira Erdogan dîsa bû rojev. Şêwirmendê Akşener ê berê Mûra Îde du roj berê li ser medyaya dijîtal got; “Meral xanim diçe qesrê, ez û parêzera min a hêja Ayşegul Îlhan jî diçin dozê.”    TÊ PAYÎN KU PIŞTÎ QEBÎNEYÊ GUHERTIN ÇÊBIBIN   Çavkaniyeke ji Partiya Îyiyê da zanîn ku di hevdîtina 6’ê hezîranê de ji bo Akşener teklîfa Cîgirtiya Serokkomar hatiye kirin. Çavkaniyê diyar kir ku dê di demekî nêz de Akşener bibe Cîgira Serokkomar. Çavkaniyê got; “Tê payîn ku piştî serê salê di qebîneyê de guhertin çêbibe. Dê piştî vê guherînê bibe.”    Heman çavkaniyê diyar kir ku Akşener û çendek kesan bi hev re şîrketek ava kirine û vê şîrketê ji serokkomariyê îhale standine. Lê belê têkildarî navê şîrketê tu agahî neda.    MA / Mehmet Aslan