Xelkê Êlihê li dijî xespkirina îradeyê meşiya: Em ê bi ser kevin 2024-11-15 14:08:18 ÊLIH - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Qeyûmê herî mezin li qesrê rûdine.” Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz jî banga tevlibûna mitînga 17’ê mijdarê kir. Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê berdewam in. Çalakiyên protestoyî yên li Êlihê di roja 12’an de berdewam dikn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn.    Girseya ku li Parka Yilmaz Guney hate gel hev, bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” ber bi Xaçerêya Basinê ve meşê li dar dixin. Girseyê li vir daxuyanî da.    ‘QEYÛMÊ HERÎ MEZIN LI QESRÊ YE’   Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di daxuyaniyê de axivî û got ku qeyûmê herî mezin li qesrê rûdine. Bozan, wiha domand: “Yê ku rejîma qeyûman ava kirî, Erdogan e. Qeyûm, pirsgirêka hemû gelên vî welatî ye. Qeyûm xesp e, talan e, dizî ye û xesp e. Em ê hem rejîma qeyûm hem jî ya tecrîdê ji holê rakin. Em berxwedana gelê Êlihê silav dikin. Heta rejîma qeyûman bi dawî dibe jî dê têkoşîna me bidome.”    ‘QEYÛM TALAN E, BERXWEDAN JIYAN E’   Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar jî got ku berxwedana gelê Êlihê ji bo hemû cîhanê dibe mînak. Çandar, diyar kir ku îradeya gelê kurd hatiye xespkirin. Çandar, got: “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e. Hezar silav ji gelê me yê berxwedêr re.”    BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ   Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz jî ji bo mitînga 17’ê mijdarê ya “Demokrasî û Azadiyê” ev bang kir: “Em ê mitînga xwe li Xaçerêya Dortyolê li dar bixin. Em bang li gelê xwe dikin ku roja yekşemê saet di 13.00’ê de bên pêşiya avahiya DEM Partiyê.”    Daxuyanî, bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “ “Bijî berxwedana Batmanê” bi dawî bû.    Berxwedana gel a li Xaçerêya Basinê didome.