Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand 2024-11-15 12:36:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu îdiaya ku bi Rêberê PKK’ê re li ser telefonê hevdîtin kirine, derewand.  Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu têkildarî îdiaya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin li ser telefonê bi Qendîlê re hevdîtin kiriye axivî û ev îdia derewand.    Karasu, têkildarî îdiaya behsa xeberê û geşedanên di rojevê de di bernameyeke taybet a Medya Haberê de axivî. Li gorî nûçeya ANF’ê; Karasu bal kişand ser hevdîtina malbatê ya piştî 43 mehan bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin û wiha got: “Ev hevdîtin yekser girêdayî gotinên Devlet Bahçelî û nîqaşên piştre re nîne.”    HEVDÎTINA PIŞTÎ 43 MEHAN   Karasu, diyar kir ku hevdîtina behsa xeberê ji ber bandora çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye lidarxistin. Karasu, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê li ser Tirkiyeyê zextek çêbûye û wiha got: “Têkildarî vê yekê helbet zext li ser DMME’yê hebû, zext li ser Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê hebû. Evane hemû helbet di heman demê de li ser Tirkiyeyê jî zextek çêdikir. Tirkiye bi rastî jî ji bo domandina vê tecrîdê zehmetî jiyan dikir. Ji vî alî ve piştî 4 salan li Tirkiyeyê ev nîqaş çêbûn. Di çarçoveya axaftinên Devlet Bahçelî de Tirkiye zehmetî jiyan dikir û mijara destûr nedayîna hevdîtinê, li ser dewleta Tirk veguherîbû zextê. Destûra hevdîtinê da û xwest ji vê zextê rizgar bibe. Hem jî di pêvajoyeke wiha de xwest hişê mirovan tevilhev bike.”    DAXUYANIYÊN BAHÇELÎ   Bi domdarî Karasu bal kişand ser silavdayina Devlet Bahçelî û daxuyaniyên wî yên piştre û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê li derve zehmetiyan dikêşe û di hundir de jî zehmetiyan dikêşe. Ev rast e. Lê nirxandineke weke ku ji ber li derve û hundir zehmetî dikêşe, ji ber wê dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bike û van zehmetiyan derbas bike, şaş e. Wisa fikirandin şaş e. Rast e, li derve û hundir zehmetî dijîn, lê belê li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê heye û dimeşînin. Di pêvajoya zehmet de dixwazin şerê xwe yê li dijî Kurdan bi encam bikin. Pêwîst e wiha bê dîtin. Di mijara pirsgirêka Kurd de zihniyet nehatiye guhertin. Zîhniyeta demokratîk pêş ketiye an jî dê pirsgirêka Kurd çareser bikin, tiştekî bi vî rengî nîne. Belê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste bibe xwedî zîhniyeteke demokratîk. Pêwîste zîhniyeteke ku hebûna Kurdan, nasname û çanda wan qebûl dike, bi dest bixînin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Bi taybetî ne di nava MHP'ê de û ne jî Devlet Bahçelî. Di vî alî de çima ev pêngav hat avêtin? Bi rastî jî divê em baş bifikirin.”    'DIBÊJIN HÛN Ê DEV JI DOZA XWE BERDIN’    Karasu ji bo gotinên Serekşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum ên têkildarî “pêvajoya nû” jî ev nirxandin kir: “Ev lîstik bi giranî li ser DEM Partiyê tê lîstin. Wê bibêjin “Me ji bo qada ku hûn lê siyasetê bikin vekir. Em bi nermî nêzîk bûn.” Wê bêjin ku we bersiv neda vê yekê û ew ê bi tundîtir bi ser wan de herin. Ne hewce ye em vê binirxînin.  Devlet Bahçelî jî wiha got Mehmet Uçun jî wisa got. Erdogan jî wisa got. Ev zelal e. Ne hewce ye ku ewqasî tevlihev bê nirxandin ka çi bûye an nebûye. Divê her kes hevokên Mehmet Uçun yek bi yek şîrove bike. Ew dixwaze çi bibêje? Devlet Bahçelî got, an hûn ê qebûl bikin an jî hûn ê kulman bixwin. Ev tê çi wateyê? Hûnê dev ji doza azadî, demokrasi û Kurdbûna xwe berdin. Dibêjin bibin siyasetmedar, bibin parlamenter, bibin serokê şaredariyê lê xwe tevî van nekin. Qala têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd nekin.   Azadî tê wateya demokrasiyê, tê wateya şerê li dijî vê dewletê, li dijî vê desthilatdariyê. Ev tê wateya helwestgirtina li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê. Dibêjin ji vê yekê dûr bisekinin.   Dibêjin eger hûn dûr bisekinin, hûn dikarin bibin şaredar an jî parlamenter. Hûn dikarin siyasetê bikin. Ya ku tê gotin ev e.   Di vê mijarê de lêgerîna li tiştekî tenê nîşandana xwesteka mirov e.  Xwezî tiştekî baş bûya. Belê, her kes dixwaze ku tiştekî baş bibe. Di meseleya pirsgirêka Kurd de pêngav bên avêtin ango çareser bibe. Kesekî ku vê ji me zêdetir bixwaze nîne. Em balê bikşin ser vê yekê. Kesek ji me bêhtir vê bixwaze nîne. Niha wate dayîna banga Devlet Bahçelî jî ne meseleyek ku bê fêhmkirin e.”   ÎDIAYA HEVDÎTINA BI TELEFONÊ YA BI QENDÎLÊ RE    Karasu, îdiayên ku dibêjin Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi rêveberên PKK’ê re hevdîtin kiriye jî derewand. Karasu,  wiha got: “Dibêjin bi rêya telefonê li gel Qendînê hevdîtinek çêbûye. Ev yek ne rast in. Heya niha bi Qendîlê re têkiliyek çênebûye. Yanî bi tu awayî têkilî çênebûye. Tişetekî bi vî rengî tune ye. Em jî weke hemû kesan li ser televîzyonan dişopînin. Ji çapemeniyê dişopînin. Bila ev yek jî wiha were zanîn. Bi Rêbertî re hevdîtîneke wisa tune ye, pêvajoyek tune ye. Dikarin hemû gavan bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bînin. MÎT dikare here û bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bîne. Berê jî li Îmraliyê bi Rêbertî re gelek hevdîtin çêbûn. Lê belê em ji gotinên Omer Ocalan û dîsa ji gotinên Tûncer Bakirhan ên piştre fêm dikin ku Rêbertî gotiye ku pêvajoyeke çareseriyê tune ye. Ji ber vê yekê divê ji wê hevdîtînê wateyeke cuda neyê derxistin. Divê were zanîn ku ew hevdîtin encama têkoşîna bi salan e.”