Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin 2024-11-14 16:48:04 MÊRDÎN - Serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê hatin Mêrdînê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Serokên baroyan gotin ku qeyûm rewa nînin û xwestin paşve bên kişandin.  Çalakiyê li Mêrdînê yên li dijî tayînkirina qeyûm berdewam in. Baroyên Êlih, Mûş, Riha, Amed, Şirnex, Sêrt, Wan, Colemêrg, Agirî, Semsûr û Bedlîsê û endamên lijneya rêveber hatin Mêrdînê. Şandeyê bi Baroya Mêrdînê re hevdîtin kir û piştre bi beşdariya gelek rêxistinên hiqûqê û parêzeran li pêşiya Edliyeyê daxuyanî dan.    BANG LI SIYASETMEDARAN KIRIN    Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan ji ewil axivî û got ku sepana qeyûm, derhiqûqî, derqanûnî ye û binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Duyan, got ku divê aştiyeke mayinde bê kirin û bang li siyasetmedaran kir. Duyan, xwest ku qanûna rê li ber tayînkirina qeyûman vedike were betalkirin.    ‘REWA NÎNE’   Berdevkê baroyên bakurê Kurdistanê û Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk jî anî ziman ku piştevaniyê hatine Mêrdînê. Karaçelîk, anî ziman ku gel di 31’ê Adarê de tercîha xwe kiriye û bi tayînkirina qeyûman re li rojeke reş hişyar bûne. Karaçelîk, got ku KHK’a OHAL’ê ya weke hinceta tayînkirina qeyûman tê nîşandan, li dijî demokrasiya herêmî ye. Karaçelîk, anî ziman ku sepana qeyûm li dijî demokrasiya makezagonî ye û mudaxileyeke giran a li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye. Karaçelîk, da zanîn ku tu rewatiya qanûnî û civakî ya vê sepanê nîne.    Karaçelîk bang li îktîdarê kir ku tavilê qeyûman paşve bikişînin û qanûna rê li ber tayînkirina qeyûman vedike betal bikin. Karaçelîk, îşkence, muameleya xerab û qedexeyên li dijî çalakvanan jî şermezar kir.    Şande, piştî daxuyaniyê bi Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr re hevdîtin kir.