‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’ 2024-11-08 12:52:32 STENBOL - CHP’iyên ku polîsan nehiştin bikevin Şaredariya Esenyurtê bertek nîşan dan û gotin: “Ma heta hilbijartineke din dê ev berîqet û hêzên ewlekariyê li vir bin?”    “Nobeta Demokrasiyê” ya ku CHP’ê li dijî girtina Hevşaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm daye destpêkirin di roja 5’an de didome. Koma ku Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gulşah Denîz Atalar, Parlamenterên CHP’ê Mansur Kilinç, Denîz Yavuzyilmaz û Umut Akdogan jî di nav de xwestin bikevin şaredariyê. Lê polîsan bi berîqetan dor lê girt û nehiştin şandeya CHP’ê bikeve hundir. Di navbera şandeya CHP’ê û polîsan de rageşî derket.    ‘HÛN SIYASETÊ DIKIN’   Parlamenter Yavuzyilmaz bertek nîşanî polîsan da û got: “Divê hûn daxuyaniyekê bidin raya giştî bê ka hûn çima nahêlin em bikevin hundir. Rast nîne ku hûn fermanên nehiqûqî bi cih tînin. Hûn niha ne peywira xwe, siyasetê dikin. Ma ev berîqet û hêzên ewlekariyê heta hilbijartinê li vir bin?” Yavuzyilmaz bang li Erdogan û burokratên AKP’ê kir ku berîqetan bidin vekirin.