Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin 2024-11-07 13:36:16 ÊLIH - Polîsan li Êlihê bi ser malan de girtin û bi kûçikan îşkence li welatiyê bi navê Medenî Erol ê astengdar kirin. Erol, di îşkenceyê de birîndar bû û niha li emniyetê tê ragirtin.  Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de bi hinceta protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm, bi ser mala endamê Meclisa Şaredariyê Mehmet Erol de girtin. Polîsan, di serdegirtina malê de tundî li endamên malê kir. Kurê Erol ê ji sedî 70 ji hişê xwe ve astengdar Medenî Erol (25) rastî îşkenceya bikûçikan a polîsan hat. Medenî Erol hate binçavkirin û piştre birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Stûyê Erol ji gelek cihan ve hate dirûn. Erol, hêj jî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tê ragirtin. Bavê Erol, Mehmet Erol têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    BI KÛÇIKAN ÎŞKENCE KIRIN   Erol, da zanîn ku di saetên serê sibehê de deriyê mala wan hatiye şikandin û polîs bi wî awayî ketine hundir. Erol, wiha domand: “Me dengê wesayîta bizirx bihîst û hişyar bûn. Piştre derî şikandin û ketin hundir. Ez birim odeyê. Zarok jî birin odeyeke din. Li erdê hatim dirêjkirin, bi piyan hatin ser pişta min û nehiştim ez rabim. Min jê re got ku kurê min ji hişê xwe ve astengdar e. Lê belê ez birim odeyeke din û îşkence li kurê min kirin. Dengê kûçikan dihat. Dema em ketin hundir, kurê min di nava xwînê de ma bû û hatibû pêçandin.”    LI NEZARETXANEYÊ TÊ RAGIRTIN   Erol, da zanîn ku kurê wî bi ambulansê birine nexweşxaneyê û wiha bi dawî kir: “Xebatkarên tenduristiyê yên hatin vê derê bertek nîşan dan û gotin; ‘We çi pê kiriye.’ Piştre jî ew bi wan birînan ji malê derxistin. Ji ewil birin nexweşxaneyê û piştre jî birin emniyetê. Niha bi vî awayî li wir tê ragirtin. Em ê derheqê kesên ev îşkence kirin de serlêdana sûc bikin. Kesên her tim qala wehşeta Îsraîlê dikin bila vê wehşetê bibînin. Em ê li dijî zilma tê kirin paşvegavê neavêjin. Parêzeran gotin ku stûyê kurê min hatiye dirûtin û 19 kêl avêtinê. Em ê gilî bikin.”    MA / Fethî Balaman