Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere 2024-11-04 10:14:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî tayînkirina qeyûman wiha got: “Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir û bêcidiyet tevdigere.”  Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de didomin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Ekrem Îmamoglû jî bertek nîşan da. Îmamoglû, got ku îktîdarê êdî kontrola xwe winda kiriye, bêcidiyet tevdigere û gotinên wê hev nagirin. Îmamoglû got ku dê Encumeniya TBB’ê bi awayeke awarte bicivînin.    'ÎRADEYA HILBIJÊRAN DIYARKER E’   Îmamoglû, li ser hesaba xwe ya X’ê ev peyam parve kir: “Ahmet Turk hêj hefteyek berê li gel Cîgirên Serokkokmar du malbat li hev anî û vê hefteyê jî bû terorîst. Di demokrasiyan de domdariya îradeya hilbijêran esas e. Heke kesên hatin hilbijarti ji peywirê bên girtin, divê kesek ji Meclisê were hilbijartin. Rayeya bijartinê tenê aydê hilbijêran e û nayê dewrkirin. Ez ê îşev ji Qahîreyê vegerim ku ji bo civîneke Habîtatê ya NY’ê hatibûm. Ez ê sibe Encumeniya TBB’ê bi awayeke awarte bicivînim.”