Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede 2024-11-04 10:05:45 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyên DEM Partiyê daxuyanî da û wiha got: “Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede. Ji bo têkoşîna li dijî vê xerabiyê çi hewce bike dê ew were kirin.”  Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê daxuyanî da û bertek nîşan da.    EZ HIŞYAR DIKIM, ÊDÎ GOTIN DIQEDE    Ozel, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê ev peyam parvek ir: “Îro di danê sibehê de li Ahmet Turk ê dema li Tirkiyeyê qala aştiyê tê kirin yek ji wan siyasetmedarên ji ewil tê bîra her kesî ye û du hevşaredarên din qeyûm hate tayînkirin. Em bi îktîdareke ku ji tiştên ev çendek roj in diqewimin qet ders negirtî, ya guh nade tu tiştan, ya şaredariyên di hilbijartinê de bi dest nexistî desteser dike, ya siyasetmedarên nekarî têk bibe hewl dide bi darbeyê ji peywirê digire,  xwedî mejiyeke xerab, dilekî xerab û bêşerm re rû bi rû ne. Ez hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede. Ji bo têkoşîna li dijî vê xerabiyê çi hewce bike dê were kirin.”