Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da 2024-11-04 08:26:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyên DEM Partiyê daxuyanî da. Wezaretê ragihand ku bi hinceta lêpirsîn û cezayên derheqê hevşaredaran de didomin qeyûm hatine tayînkirin.  Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk têkildarî tayînkirina qeyûman a li Şareredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn, daxuyanî da.    Wezaretê di daxuyaniya xwe de dozên derheqê hevşaredaran de rêz kir û weke hinceta tayînkirina qeyûm nîşan da.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi îdiaya Doza Kobanê ya Ahmet Turk ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin û 10 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn, doza ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin û li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome û lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” daye destpêkirin, qeyûm hatiye tayînkirin.    Li şûna Hevşaredar Ahmet Turk, waliyê bajêr Tuncay Akkoyun weke qeyûm hate tayînkirin.    Têkildarî Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin ku 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dabû û 2 lêpirsînên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” daye destpêkirin weke hinceta tayînkirina qeyûm hatin nîşandan.    Li şûna Hevşaredar Gulistan Sonuk, waliyê Êlihê Ekrem Canalp weke qeyûm hate tayînkirin.    Doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derheqê Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan de hatiye vekirin ku 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê 6 sal û 3 meh û 15 roj cezayê hefsê dabû û lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye destpêkirin weke hinceta tayînkirina qeyûm hate nîşandan.    Li şûna Hevşaredar Karayilan jî qeymeqamê navçeyê Hakan Başoglû weke qeyûm hate tayînkirin.