Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin 2024-11-02 09:35:56 STENBOL - Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê ragirtin re “cezayê dîsiplînê” yê nû ku hevdîtina bi malbatê re asteng bike hate birîn.  Hate zanîn ku “cezayekî dîsiplînê” yê nû li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin hatiye birîn. Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, ji bo hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Dadgehê ragihand ku di 16’ê cotmeha 2024’an de “cezayê dîsiplînê” yê 3 mehan ê nû ku li Abdullah Ocalan hatiye birîn heye. Têkildarî hinceta “ceza” tu agahî nehatin parvekirin. Parêzer dê li dijî biryarê îtîraz bikin.    43 MEHAN AGAHÎ NEHATE WERGIRTIN    Hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re bi hin hincetan tên astengkirin. Abdullah Ocalan herî dawî di 3’yê adara 2020’an karî bi malbata xwe re rû bi rû hevdîtinê bike. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê birayê xwe re axivî û axaftin di nivî de hate qûtkirin. Pişt re 43 mehan tu agahî ji Abdullah Ocalan nehatin wergirtin.    PEYAMA EWIL A JI ÎMRALIYÊ    Bertekên li dijî tecrîda mûtleq didomin, piştî 43 mehan cara ewil di 23’yê cotmehê de hevdîtina bi malbatê re pêk hat. Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe Omer Ocalan ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye re di çarçoveya hevdîtina bi malbatê re hevdîtin kir.    Abdullah Ocalan destnîşan kir ku hêj tecrîd berdewam dike û piştî 43 mehan ev peyam parve kir: “Heke şert û merc çêbibin ez xwediyê wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji bingeha şer û tundiyê veguhêzim bingeha hiqûqî û siyasî.”   JI WEZÎR TÛNC DAXUYANIYA TECRÎDÊ    Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç di bernameyeke televizyonê ya tevlibûyî de pirsa “Dê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinên nû çêbibin?” bersivand û wiha got: “Biraziyê wî Omer Ocalan ê parlamenterê DEM Partiyê ye serlêdanek kiribû. Serlêdaneke nû nîne, ji xwe demekî dirêj bû ku parêzerên wî jî serlêdan dikirin. Di encamê de rewşeke qanûnî ye û hevdîtin pêk hat. Hevdîtinên nû jî dê li gorî daxwazan bên nirxandin. Di encamê de di mewzûata me de diyar e ku hikumxwarî û xizmên wî dê çawa hevdîtinê bikin. Têkildarî vê rêgez hene. Di çarçoveya van rêgezan de kes dikarin mafê xwe bikarbînin.”   Piştî hevdîtina 23’yê cotmehê ji bo hevdîtina bi malbat û wasî re 2 caran serlêdan hate kirin. Lê ji her du serlêdanan re jî hêj bersivek nehatiye dayîn.    MA / Dîren Yurtsever