ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Gemîcîoglû di xetereyê de ye 2024-10-31 14:38:34   COLEMÊRG - Şaxa ÎHD’a Colemêrgê diyar kir ku jiyana girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku li nexweşxaneyê tê tedawîkirin di xetereyê de ye û wiha got: “Divê bê berdan.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû de li Kolana Hunerê ya nvaçeya Geverê daxuyanî da. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, tedawî maf e û nayê astengkirin” hate hilgirtin.    NEXWEŞIYÊN GEMÎCÎOGLÛ   Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyanî xwend. Çapraz, diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di navbera salên 2018 û 2023’yan de bi giştî 2 hezar û 258 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Çapraz, da zanîn ku di sala 2024’an de herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî Çapraz ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Piştî erêkirina cezayê girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku 8 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, di 3’yê cotmehê de hate girtin. Dema hatî binçavkirin li ser sedyayê birin û bi wî halî hate girtin. Di dema girtîmayina xwe de 17 caran birin nexweşxaneyê. Dilê wî ji sedî 10-20 dixebite û nexweşê penceşêra rûviya stûr e. Lewma hem emeliyat bûye hem jî jî tedawiyên kemoterapî radyoterapiyê bûye. Pir zêde dilerize, bi zor û zehmet bêhnê distîne û pir kêm dibihîse. Her wiha nexweşiyên wî yên weke hîpertansiyon, şekir, prostatê hene.”    Di berdewamê de Çapraz bi bîr xist ku Gemîcîoglû di 25’ê cotmehê de aloz bûye lewma rakirine nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Ji ber ku nexweşiya wî ya penceşêrê pêş ketiye, li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin. Xetere li ser jiyana wî heye. Di hevdîtinên bi endamên malbatê re de hate zanîn ku hem li pêşiya beşa lênihêrîna awarte hem jî di hundirê wê de leşker nobetê digirin, tevî belgeya destûrê ya dozgeriyê jî nahêlin kesek li cem wî bimîne, refeqetvan tenê 5 deqeyan dikare pê re hevdîtinê bike û bi awayekî destkelemçekirî tê tedawîkirin.”    BANG LI WEZARETÊ KIR   Çapraz, bi lêv kir ku parêzera Gemîcîoglû, Gulistan Karaduman ji bo taloqkirina înfazê di 4’ê cotmehê de serlêdan kiriye lê ji ber ku lijneya tenduristiyê rapor amade nekiriye, encamek nehatiye diyarkirin. Çapraz, axaftina xwe wiha qedand: “Divê ev sepana dermirovî tavilê bê bidawîkirin. Ev rewş xetereyeke mezin li ser jiyana girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû çêdike. Her wiha mafên wî yên tenduristiyê û jiyanê tên binpêkirin. Banga me ji bo Wezareta Dadê ew e ku di serî de Abdurrahman Gemîcîoglû, hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”