Pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir 2024-10-31 14:25:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir.    Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê têkildarî hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê ku di 20’ê cotmehê de hatin lidarxistin, daxuyanî da. Komîsyonê ragihand ku pêvajoya îtîrazê ya partiyên siyasî yên li dijî encamên hilbijartinê dest pê kir û dikarin di nava 3 rojan de serî li saziyên têkildarî bidin.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku serlêdanên îtîrazê dikare hem li ofîsên wan ên li Herêma Federe ya Kurdistanê hem jî li Bexdayê bên kirin.    Encamên teqez ên hilbijartinê duh eşkere bûbûn.