Şaredariya Esenyurtê hate dorpêçkirin 2024-10-31 13:45:55   STENBOL - Şaredariya Esenyurtê ku qeyûm lê hate tayînkirin, beriya çalakiya girseyî ya CHP û DEM Partiyê hate dorpêçkirin.    Bertekên li dijî girtina Şaredarê Esenyurt a Stenbolê û tayînkirina qeyûm berdewam in. CHP’ê îro bang kir ku her kes bê pêşiya şaredariyê. Hat ragihandin ku dê 411 şaredarên CHP’ê bên Stenbolê û tev li daxuyaniya li Esenyurtê bibin.    DEM PARTÎ DÊ LI ESENYURTÊ BE   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bang kir ku dê tayînkirina qeyûm bi girseyî were protestokirin. Endamên MYK’a DEM Partiyê îro li Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê bicive. Piştî civîna saet di 15.00’ê de jî dê derbasî pêşiya şaredariyê bibin.    Her wiha dê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) jî tev li protestoyan bibe.    Şaredariya Esenyurtê ku dê çalakiyên girseyî lê bên lidarxistin, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan bi bariyeran dora şaredariyê girtin.