Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin 2024-04-26 09:39:43   COLEMÊRG - Li zom û zozanên gundê Tiloran ê navçeya Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Li çoltarê gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ên navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Leşkeran, rêyên ber bi zomên gundên Horê, Berê Sor û Warê Conî ve diçin girtin û gund dorpêç kirin. Li herêmê bi sedan leşker û cerdevan hatine bicihkirin û liv û tevgera helîkopteran didome. Hat diyarkirin ku li qadên Sipêrêz û Omerê jî liv û tevgera Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) heye.    LÊGERÎNA TAZÎ LI ŞIVAN Û SIVÎLAN FERZ KIRIN    Sewalên gundiyan ên li zozanan hatin derxistin û destûr nehat dayîn ku bêrîvan biçin zozanan. Her wiha hat zanîn ku leşkeran lêgerîna tazî li şivan û welatiyên çûbûn zozanan kirine. Di heman demê de li gundan jî nasnameyên gundiyan hatine kontrolkirin.